Nasih Fatih Babe Şêx ev 38 sal in li nava bazara Silêmanî de karê firotina wêne û tabloyan dike. Nasih Fatih ji wênefiroşên din cûdatir ji bilî wêneyên xweza û bajarên Kurdistanê ew wêneyên şervan, gerîla û serkirdeyên kurd difiroşe
Nasih Fatih di sala 1959’an de li Silêmanî ji dayîk bûye, ji sala 1981’an ve li bazara Esrî ya Silêmanî ji bo debara xwe ya rojane peyda bike dest bi karê firotina wêne û tabloyên cûda dike. Nasih Fatih got ku li cem wî 200 wêneyên çapkirî yên şervan û gerîlayên Kurdistanê hene, her wiha li cem wî herî zêde wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî têne kirîn.
Dikana Nasih Fatih tuneye ew li ber derê dikana birayê xwe wêneyên bajarên Kurdistanê, wêneyên kevin yê Silêmanî, wêneyên hunermend, aktor û navdaran difiroşe. Nasih Fatih li ser firotina wêneyên xwe wiha got: “Wêneyên herî zêde tên firotin wêneyên Abdullah Ocalan û Celal Talebanî ne. Hinek kes dixwazin wêneyên bajarê Silêmanî bikirin, hinek welatî jî van wêneyan dikirin û wek diyarî ji bo kesûkarên xwe yên ji dervey Kurdistanê re dişînin.”
Têkildarî nirxê wêneyan jî Nasih Fatih aşkera kir ku nirxê her wêneyek ji 5 hezar dînaran destpê dike heya 15 hezar dînaran ew difiroşe. Fatih destnîşan kir ku hinek roj ew tu wêneyek nafiroşe û wiha got: “Ne girîng e ez wêne bifiroşim yan na, ji ber ku ez li gel van wêneyan dijîm.”
Der barê armanca ji firotina wêneyên serkirde şervanên kurd jî Nasih Fatih wiha axivî: “Armanca min paldana welatiyên kurd e li cihê ku wêneyên biyaniyan li malên xwe û cihên xwe yên karve hilawîsin, ew wêneyên serkirdeyên kurd û şoreşgerên kurd bi malên xwe ve hilawîsin.”
Yek ji mişteriyên Nasih, jina bi navê Serdeşt Fatih e ku ji Rojnews’ê re wiha got: “Ev dikan li gorî min gelek xweşik û balkêş e, ji ber ku wêneyên serkirdeyên kurd û wêneyên bajarê Silêmanî gelek balê dikişînin. Balkêşiya van wêneyan wisa kiriye ku her kesek di vir derbaz bibe were vê dikanê û wêneyek li gel xwe bibe.” SILÊMANÎ