Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Wêneyên şervanên kurd kişand û kir pirtûk

Wênevanê kanadayî Joey Lawrence ku weke yek ji 30 wênevanên li dinyayê yên divê bên şopandin tê qebûlkirin, wêneyên ku ji sala 2015’an ve li Kurdistanê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de kişandiye kir pirtûk.

Wênevan Joey Lawrence ku li Kanadayê ji dayik bû û bi salan e li bajarê New York ê DYE’yê ye, dema ku şervanên kurd bihîst destpêkê matmayî ma. Ji sala 2011’an ve pêvajoya ku jê re ‘Bihara Ereb’ tê gotin dişopand. Di dawiya sala 2012’yan de bihîst ku jin û mêrên kurd hem li dijî rejîmên li Rojhilata Navîn hem jî li dijî komên cîhadîst têdikoşin.

Dema ku di medya civakî de wêneyên şervanên kurd dît pirsa “Ev kî ne û çawa dikarin ku di heman demê de li dijî ewqas hêzan şer bikin?” kir. Di Adara 2015’an de biryar girt ku biçe gel van şervanan û wan bibîne. Di nava 4 salan de 4 caran çû Kurdistanê û bi taybetî têkoşîna şervanên jin ên kurd şopand. Wênevan Joey Lawrence ev karê xwe di pirtûkekê de kom kir û navê ‘We Came From Fire (Em ji agir hatin)’ lê kir.

Wênevan Joey Lawrence ji rojnameya Vice ya Kanadayî re qala çavdêriyên xwe yên der barê şervanên HPG, YJA Star, YPG, YPJ û HSD’ê de kir û wiha got: “Min qet zehmetî nekişand ku wan nas bikim û bi wan piştrast bim. Ji kêliya destpêkê ve min got, dema bi van mirovan re bim ez ewle me.”

Lawrence ku hewl da portreyên şervanan amade bike, ev tişt anî ziman: “Bi samîmî temaşe dikirin, ji ber ku ne pêwîst bû ku bi henekan bikenin. Li eniya şer jî timî dikeniyan.”

‘Min xwest nîşan bidim ku çanda xwe çawa parastine’

Wênevanê kanadayî anî ziman ku wî di pirtûka xwe de wêneyên şervanên kurd weşandiye, bi vî rengî xwestiye nîşan bide ku çanda kurdan çawa hatiye parastin û wiha axivî: “Wan di heman demê de çanda xwe jî li dijî komên mîna DAIŞ’ê parastin. Min xwest vê yekê jî nîşan bidim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar