Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Weqfa Jinên Azad dest bi rêzeçalakiyan kir

Weqfa Jinên Azad li gundê Girbawî yê kantona Qamişloyê di çarçoveya hemleya xwe de ku çend roj berê ragihandibû, semînerek da jinan

​​​​​​​Weqfa Jinên Azad roja sêşemê destpêkirina hemleyeke fikirî û tenduristî li herêma Cizîrê ragihandibû. Weqfê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ji vê hemleyê armanc dike jinan di warên fikirî û tenduristî de bi pêş bixe û bi awayekî cidî li hemberî vîrusa koronayê tev bigerin.

Di çarçoveya hemleyê de li gundê Girbawî ya girêdayî Kantona Qamişloyê seminer hat dayîn. Bi dehan jinên gund û endamên Kongreya Star beşdar bûn.

Endama rêveber a Weqfa Jinên Azad Hesîne Mihemed di semînerê de axivî û diyar kir ku di gelek civakan de jin tên çewisandin lê li herêmê piştî şoreşa Rojava jinan gelek mafên xwe bi dest xistin û di gelek waran de, nexasim leşkerî, cihê xwe girt û mînaka wê jî bi hezaran şervanên jin ji bo herêmê şehîd ketin.

Hesîne di axaftina xwe de bal kişand ser diyardeya zewicandina zarokan û wiha got: “Ev diyarde gelek xetere ye û hîn li gelek welatên cîhanê belav e. Ji sedemên wê xizantî, kevneşop, nezanî û tunebûna qanûnên li dijî vê diyardeyê ye.”

Her wiha Hesîne destnîşan kir ku bi armanca rêgirtina li pêşiya vê diyardeyê hemleyan û semîneran li dar dixin.

Li aliyekî din endama rêveber a Weqfa Jinên Azad Melîka Hesaf semînera tenduristî da ku jê armanc tê kirin ku rê li pêşiya belavbûna pandemiya koronayê bê girtin.

Tê payîn ku hemle heta 20’ê tebaxê berdewam bike. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar