Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Werin em bi hev re daxwaza Guven biqêrin’

Jinan têkildarî 8’ê Adarê axivîn û bang li hemû jinan kirin ku roja 8’ê Adarê li her derê dakevin qadan û li qadan bibin dengê Guven û daxwaza wê bi hev re biqêrin

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çalakî û mîtîngên 8’ê Adarê destpêkirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê dê jin li her derê daqekevin qadan û dengê xwe bilind bikin.

Platforma Jinan a 8’ê Adarê, dê di 3’yê adarê de bi dirûşma ‘Ji bo azadiya xwe em li ber xwe didin; li dijî krîz, şer û şîdetê em li qada ne’ li Qada Bazarê ya Bakirkoyê mîtîngekê li dar bixe. Jinan ji bo mîtîngê li gelek deverên Stenbolê belavok belav kirin. Dê jin saet di 12’an de li ber Marmara Forûmê bên cem hev û saet di 13.00’an de jî ber bi qada mîtîngê ve bimeşin.

Endama platformê Şenay Kûmûz bi bîr xist wan par jî 8’ê Adarê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pîroz kiriye, lê belê îsal destûra ji bo vê qadê nehatiye dayîn. Kûmûz anî ziman ku her diçe qadên jinan tên xespkirin û  wiha got: “Qadên ku em daxwazên xwe lê tînin ziman, niha li ber me tên girtin. Helbet em ê dev ji qada mîtîngê bernedin. Wekî her qadê, têkoşîna li vê qadê jî dewam dike. Dînamîka sereke ya 8’ê Adarê têkoşîn e. Loma ji bo em dengê xwe hîn bilindtir bikin em ê di 3’yê Adarê de li qada mîtîngê bin.”

Endama Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) Sevgî Ozturk anî ziman ku 8’ê Adarê ji bo destkeftiyên jinan û têkoşîna hevpar rojeke girîng e û bang li hemû jinan kir ku tev li mîtînga 8’ê Adarê bibin.

‘Em ê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin’

Aktîvîsta Tevgera Jina Azad (TJA) Çîçek Ariç jî da zanîn ku jinên kurd hay ji wate û girîngiya 8’ê Adarê hene û wiha axivî: “Îsal ji bo me berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê pir girîng e. Bawer dikim ku dê jin bi 8’ê Adarê re bêtir daxilî vê têkoşînê bibin. Em ê li dijî tecrîdê hîn bêtir dengê xwe bilind bikin.”

Di heman mijarê de endama Meclisa Jinan a HDK’ê Nîhal Taş jî ji bo ew bibin dengê berxwedana Leyla Guven dê li qadan dengê xwe bilindtir bikin.

Di 8’ê Adarê de em daxwazên Guven biqîrîn

Platforma Jinan a Edeneyê, xwe ji bo mîtînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘Li dijî krîz, aborî û newekheviyê jin dakevin kuçeyan û kuçe jî rêya azadiyê vedike’ roja Şemiyê bê lidarxistin, amade dike. Meclisa Jinan a HDP’ê ya Edeneyê ya cihê xwe di nava Platforma Jinan a Edeneyê de digire, dê bi dirûşma ‘Ji bo maf û jiyana xwe, jiyîn û jiyandin’ beşdarî mîtînga 8’ê Adarê bibe. Jinên HDP’î, dê di mîtîngê de bibin dengê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Ji bo beşdarbûna jinan a mîtîngê jinên HDP’ê wiha bang kirin: “Werin em bi hev re daxwaza Leyla Guven bi qêrin û bibin dengê Guven û girtiyan.

Her wiha jinên karker ên Îzmîrê jî dan zanîn ku divê jin roja 8’ê Adarê li dijî taciz, tecawîz, qetilkirina jinan û hwd. dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar