Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Werin em bi hev re vê pêvajoyê bihûnin’

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a Êlihê  diyar kir ku ew di nava amadehiya li dar xistina kongreyê de ne û got: “Ji bo siyaseta rêya sêyemîn were xurtkirin, ji bo siyaseta me ya navenda wê ciwan û jin bi ser bikeve, ev kongreya me gelek girîng e."

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) a Êlihê têkildarî kongreya dê pêk bînin li avahiyê partiya xwe de daxuyanî da. Endama Meclisa Partiyê (PM) ya DBP’ê Nûrten Uzumcu û endamên Komîsyona Kongreyê ya DBP’ê tev li civînê bûn. Endamê komîsyonê Mûrat Yargi di daxuyaniyê de axivî.

‘Têkoşîn berpirsyariyeke polîtîk a me tevan e’  

Yargi, bal kişan ser girîngiya rêxistinbûnê û ev tişt gotin: “Di vê pêvajoya ku em xeta xwe ya siyasî û pirsgirêkên xwe yên rêxistinî dinirxînin de rêxistinkirina pêvajoyên tevlibûna demokratîk weke berpirsyariyekê girîng li pêşiya me disekine. Têkoşîna ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, berpirsyariyeke polîtîk a me tevan e. Em radigihînin ku me dest bi xebatên xwe yên kongreyê kirine. Di vê hêlê de nêrîn û pêşniyarên gelê me dê pêşî li me vekin. Em weke nûnerên xeteke bi bingeh û xwedî tecrube, baş dizanin ku her pêvajoya ku em bi gelê xwe re birêve dibin dê bi ser bikevin.”

‘Ji bo têkbirina polîtîkayên zext û zorê werin em bi hev re têbikoşin’

Yargi, li ser girîngiya tevlibûna gel sekînî û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ku pêvajoya pêşiya me bi hostayî were hûnandin, ji bo ku em siyaseta xwe mezin bikin, bandora têkoşîna xwe berfirehtir bikin, ji bo polîtîkayên zext û zorê têk bibin, ji bo siyaseta rêya sêyemîn were xurtkirin, ji bo siyaseta me ya navenda wê ciwan û jin bi ser bikeve, ev kongreya me gelek girîng e. Di vê çarçoveyê de em banga xwe ya ji bo gelê xwe dubare dikin. Werin em bi hev re vê pêvajoya nû bihûnin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar