Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger a girtiyên PKK û PJAK’ê di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn dest pê kirin, dewam dike. Meclisa Ciwanên HDP’ê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî vîdeoyek parve kir û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê.
Meclisa ciwanan, di parvekirina xwe de wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li dijî tecrîdê dan dest pê kirin di roja 10’emîn de dewam dike. Werin em bi ruhê Kemalan, Mazlûman û Xeyriyan li kolan, tax û kuçeyan xwedî vê berxwedana bi rûmet a girtiyên siyasî derbikevin. Daxwaza girtiyan, daxwazên me ne. Bijî berxwedana zindanan.” STENBOL