Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Werin ji bo jiyaneke azad bi hev re têbikoşin’

Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Sonmez Demîr diyar kir ger azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk were, wê hemû civak pêş bikeve û wiha got: “Werin em bi hev re ji bo jiyaneke azad û mirovî têbikoşin."

Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Sonmez Demîr têkildarî pêngava azadiyê û berxwedana greva birçîbûnê de axivî. Demîr diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê yên li 14 girtîgehên Herêma Marmarayê û got ku girtî ji ber çalakiya xwe tim rastî çewisandinê û binpêkirina mafan tên.

Demîr anî ziman ku girtî bi biryar in ku çalakiya xwe bidomînin û bi bîr xist ku daxwaza girtiyan azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. Demîr diyar kir ku ew xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin û wiha got: “Daxwaza girtiyan daxwaza me ye û zelal e. Ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêberê Tevgera Azadiya Kurd û gelê kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî ye. Em bibiryar in ku heta ev daxwaz pêk neyên wê çalakiyên me bidomin. Eger azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk were, wê hemû civak pêş bikeve û hemû gel bi awayekî azad û adil bijîn.”

Demîr bilêv kir ku çalakiya Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbatan ve tê kirin jî dengê girtiyan e û wiha pêde çû: “Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin, di heman demê de rengvedana hemû civakê ye. Mînaka vê yekê jî Nobetên Edaletê yên li Tirkiye û Kurdistanê tên lidarxistin bi xwe ne. Nobet bi pêşengiya dayikên me pêk tê. Nobeda ku li Esenyûrtê dewam dike, berfireh dibe; veguherî çalakiyeke kesên dibêjin em çepgir û sosyalîst in û tecrîdê qebûl nakin. Ev jî dengê girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne. Heta daxwazên girtiyan neyên qbeûlkirin dê çalakiyên me bidomin.”

Demîrê anî ziman ku divê êdî hemû gel nefesê bistîne û divê Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e xwedî li van çalakiyan derkeve. Divê êdî civak bêhnê bistîne, rihet bibe û bi awayekî azad hereket bike û ji bo pêkanîna vê jî divê tecrîd bê rakirin. Em di wê baweriyê de ne ku ger em bên gel hev û bi hev re tevbigerin, em ê xebatên pir baş bikin. Em hemû em ê azadiyê bînin warê xwe. Em ê bi awayekî aştiyane bijîn. Lewma divê hemû beşên civakê bên cem hev û vê tecrîd û bêhiqûqiyê bişkînin. Werin em bi hev re ji bo jiyaneke azad û mirovî têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar