Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Werin Rêber Apo û PKK’ê nas bikin’

Gerîlaya ereb a ji Dêra Zorê, Cudî Qamişlo bal kişand ser roja jinan a di nava PKK’ê de û bang li ciwanên ereb kir ku tev li nava refên gerîla bibin û rastiya Rêber Apo û PKK’ê nas bikin

Gerîlaya YJA Starê ya ji herêma Dêra Zorê Cûdî Qamişlo ku bi eslê xwe ereb e têkildarî naskirin û sedemên tevlibûna xwe ya nav refên gerîla axivî.

Qamişlo ku bi awayekî serkeftî fêrî zimanê kurdî bûye, ev tişt anî ziman: “Ez ji bajarê Dêre Zorê me, sala 2019’an tev li nav refên gerîla bûm. Di despêkê de tişta herî zêde li ser min bandor kir rastiya Rêber Apo û hevaltiya di nav PKK’ê de bû. Ya din xwezayîbûna jiyanê li serê van çiyan gelek bala min kişand. Di jiyana gerîla de hevdu hîskirin, hezkirin û fikrandin di astekî jor de ye û ji bo min mijarek balkêş bû.”

‘Ez serbilind im ku di nav PKK’ê de me’

Gerîla Cûdî Qamişlo bal kişan ser tundiya li jinan a di nava civakê de tê û nêzîkatiya PKK’ê ya ji bo jinan û wiha domand: “Di nav civaka ez tê de mezin bûm, tu rolê jinan nîne. Jinan tenê ji bo xebatên malê û ji bo zewacê tê amadekirin. Tu mafekî jinan nîne ku derkeve û nêrînê xwe bide. Bi çavekî biçûk tê dîtin û ji bo xizmeta mala xwe lê meyze dikin. Lê di nav PKK’ê de rolê jinan a ber bi çav heye. Jin dikare şer bike, biaxive, nêrîna xwe bêje û di hemû warên jiyanê de dikare xwedî rol be. Çi ferq û cudahî nîne navbera netewan de. Dema ez tev li bûm, min ji netewên din jî gelek heval dîtin; ji gelê ereb, kurd, tirk û ji welatên Ewropayê ciwan tev li gerîla bûne. Ango ramanên Rêber Apo ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo tevahî mirovahî û gelên bindest e. Cihgirtina min di nav PKK de cihê serbilindiyê ye.”

‘Werin PKK’ê nas bikin’

Her wiha Qamişlo di dawiya axaftina xwe de bi zimanê xwe yê zikmakî wiha bang li ciwanan kir: “ Banga min ji hemû ciwanan bi taybet ciwanên ereb re heye, bila rastiya Rêber Apo û PKK’ê nas bikin. Guh nedin dijmin ku rastiyan berovajî dike. Li vir jiyanek azad û bi rûmet heye. Ez her kesî vedixwînim vê jiyanê.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar