Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Weşana televziyona NRT hate sekinandin

Duh bi şev hêzên asayîşê bi ser navenda sereke ya Televziyona NRT1 ya li bajarê Silêmaniyê de girtin. Deriyê avahiyê hate girtin, Wezareta Rewşenbîriyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî, weşana Televziyona NRT ji bo heftiyekê rawestand

Navenda Nûçeyan

Hêzên Asayîşê di saet 02:30’an de ser bi navenda Televziyona NRT ya li bajarê Silêmaniyê de girtin. Wezareta Rewşenbîrî ya Hikumeta Herêma kurdistanê jî îro danê siharê biryara rawestandina weşana NRT’yê derxist.

Biryara girtina weşana Televziyona NRT a ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve, ji aliyê rêveberê giştî yê Ragihandin û Çapê yê bi wekalet Şêrwan Ula Xurşîd ve hatiye îmze kirin.

Di belgeya biryara girtina televziyonê de ev tişt tên gotin; “Ji ber ku kanala NRT girêdayî bendên taybet yên di aliyê medya dîtin û bihîstinê de nebû, bi taybet jî di vê demê de berpirsyartiya xwe pêkneaniye hatiye girtin. Ji ber ku televziyona NRT berevajiyê madeya sêyem ya destura televziyon û radyo a li Herêma Kurdistanê bûye, tevî gelek caran hatiye agadar kirin me biryar da weşana asayî ya kanala NRT1 ji bo heftiyekê were girtin.”

Balkêşe ku di nivîsa hatî weşandin de behsa bername û nuçeyek televziyonê ku buye sedema girtina televziyonê nehatiye kirin.

Li gorî biryarê wê kanala NRT di hemû aliyan de were girtin. Yanî weşana tv, weşana DVBT û li ser înternetê jî wê were girtin.

Kanala NRT wê îro di saet 11:30’an heya saet 11:30’ê 13’ê Kanuna 2020’an girtî bimîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar