Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Weşanxaneya Lîsê 30 pirtûk nû hat çapkir û 21 pirtûk jî li ber çapkirinê ne

Weşanxaneya Lîsê di rojên dawî de îmze avêt bin derxistina gelek pirtûkên giranbuha. Weşanxaneyê 30 pirtûk weşand û bi biryar e ku heta serê salê 51 pirtûkan çap bike

Weşanxaeya Lîsê, di vê serdema ku her dever ketiye bin bandora vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bênavber weşangeriya xwe didomîne. Weşanxaneyê di rojên dawî de îmze avêt bin gelek pirtûkên giranbuha. Weşanxaneyê gelek pirtûk çar kir. Ev pirtûkên ku li refên pirtûkxaneyan zêde bûn aydê nivîskarên cuda cuda ne. Ji romanan bigire heta çîrok û helbestan û ji serpêhatiyan bigire heta dîrok û lêkolînan pirtûk bi naverokên têr û tije derçûne. Di hedefa Weşanxaneyê de 51 pirtûk hene ku heta serê salê biweşînin. Ji van 51 pirtûkan 6 pirtûk bi zimanê tirkî hatine nivîsandin.

Weşanxaneya Lîsê li Amedê yek ji weşanxaneyên mezintirîne ku weşangeriyê dike. Weşanxaneyê hin pirtûkên nû weşand û hin pirtûk jî şandiye çapê. Her wiha hin pirtûkan jî amade kirine û anîne ber çapê.

Yek ji berpirsên Weşanxaneyê Xelîl Semed diyar kir ku di demên dawîn de 30 pirtûk weşandine û hin pirtûkên wan jî li çapxaneyê ne û dê heta çend rojan bên çapkirin. Semed got ku armanc dikin heta serê sala 2021’an bi giştî 51 pirtûkan derbixin û destnîşan kir ku cara yekemîn e Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên helbestan ên Casimê Celîl ku ji bo xelkê kurd xwedî navek girîng e bi hev re diweşînin.

Pirtûkên di rojên dawî de derketin wiha ne:

“Komara Demokratîk a Kurdistanê – Kerîm Husamî, Min Çi Dîtin – Ehmedê Xwacê, Esirî Şaîrekî Şoreşger ê Qonaxa Piştî Hacî – Kerîm Şareza , Melayê Cizîrî û Hin Tişt Derbarê Jiyana Wî De – Izeddîn Mistefa Resûl, Kofiya Dêya Min, Kilamên Çiya, Rojê Min, Oda Kurda, Kurdê Bengî yên Casimê Celîl, Dengê Kal û Bavên Me – Ehmedê Gogê, Nalîna Dil – Leylana Sidîq, Hawara Nebihîstî, Hêsirên Gotina Bêgotin, Stokholmê Te Çi Dîtiye Bêje, Xewna Bi Hêvî û Dara Pelweşiyayî yên Bavê Nazê, Ezemşêr û Momê – Îhsan Colemêrgî, Pêlavên Diriyayî – Ezîzê Gerdenzerî, Qijalk – Fewzî Bîlge, Ezda – Rengîn Kardelen, Derî Vekîn Bila Hechecîk Vegerin – Îrfan Amîda, Xemname – Mustafa Aydogan, Kulîlkên Mala Miriyan – Mîna Acar, Qawûman – Naîm Kiliç, Hemû Soneyên William Shakespear- William Shakespeare, Tinda – Memet Takir (tirkî), Suskunca – Ahmet Îşozu (tirkî), Saatli Muhalif Takvimi – Fadil Ozturk (tirkî), Bir Salincakta Yaşamak – Nazif Çiftçi (tirkî).”

7 pirtûk li çapê ne

Pirtûkên ku niha li çapê ne û heta çend rojan dê derkevin wiha ne:

Bilmenin Bilincindeydi Zaman – Ayten Avdan (tirkî), Pariyê Berdemayî – Wezîrê Eşo, Helaketiyêd Pismamtiyê Di Nav Kurdan De û Bawermendiyên Kurdên Êzidî – Emînê Evdal, Şahidê Komkjiya Zîlanê: Tahir Nas – Nîhat Gultekîn, Merivê Bêderd – Eskerê Boyik, Kurmancên Elegezê – Erebê Şemo.

Pirtûkên niha ji bo çapê amade ne jî wiha ne:

Bav Fileh û Qerebafon – Yaqop Tilermenî (Çapa duyem), Xelîlê Çaçan, Xizmeta Malbetekê ya Sedsalan – Têmûrê Xelîl, Şîna Şengalê û Siltanê Kurd; Selahaddîn Eyyubî – Îhsan Colemêrgî, Orok – H. Kovan Baqî, Şerm – Sîdar Jîr, Warê Firaran – A. Bedîr, Di Tariyê De – Bawer Rûken, Bihişta Xezalan – Eyşana Beravî, Ruhê Xwebûnê – Dilawer Zeraq, 4 Çela 4 Kotra – Omer Dilsoz, Kürt Filozofu Ehmedê Xanî – Ahmet Yaşîn (Çapa duyem – Tirkî), Edebiyata Devkî û Şer – Şerefxan Cizîrî.

Xwîner dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin pirtûkên ku nû derketine: link AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar