Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrîş ên dagirkeriyê yên artêşa tirk û çeteyên wê yên li ser gundên Minbicê têk birin. Di encama bersivdayînê de êrîş hatin têkbirin.
Li gorî daxuyaniya ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê parvekiribû, şervanên meclisê êrîş a çeteyên artêşa tirk a dagirker a li ser gundê Ereb Hesen ê rojavayê bajar têk bir, 4 çete hatin kuştin û erebeyek hat îmhakirin.
Şervanên Meclisê wesayîta zirxî a artêşa tirk a dagirker desteser kir ku çeteyan di êrîş ên xwe de bi kar dianîn.