Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Wesayîtên bêplaka HDP’iyan dişopînin

Li Aydinê, çendek e HDP’î ji hêla hin wesayîtên bêplaka û biplaka tên şopandin. Endamekî partiyê ku sê wesayîtên bêplake ew şopandin, hindik mabû ber bi şarampolê ve biçe

Li Aydinê, endam û rêveberên HDP’ê ji hêla hin wesayîtên bêplaka tên şopandin. Ev kesên navbirî nexasim Hevserokê HDP’a Aydinê Bariş Goze û endamên jin dişopînin.

Ji van wesayîtan hin jê tim li ber mala Goze disekinin û gava Goze ji malê derdikeve wî dişopînin. Herî dawî di 3’yê kanûnê de endama Komîsyone Kongreya Bajêr gava ji bo hin xebatan çûbû Sûltanhîsarê, di vegerê de hatibû şopandin. Ev kesên navbirî bi 3 wesayîtan ew şopandin û li ser rêya Soke-Akbukê endama partiyê bi ronahiyên wesayîtê taciz kirine. Endama jin ku hindik mabû qeza bike, paşê berê wesayîta xwe dide îstasyona sotemeniyê. Lê belê gava ji îstasyonê dertê dîsa tê şopandin.

Wesayîtên bêplaka

Endama partiyê ya jin ku ji mirinê filitî û nexwest navê wê bê aşkerakirin, behsa bûyera ku di 3’yê kanûnê de hat serê wê û endameke din a partiyê kir. Endama partiyê îdia kir ku gava ji Sûltanhîsarê vedigeriya wesayîteke reş a bi marka Volkswagen Transporet, wesayîteke spî ya bi marka Renaûlt û wesayîteke bi marka Fîat Lînea ew şopandine û wiha got: “Gava em ji navçeyê derketin hatin şopandin. Li ser vê me berê xwe da îstasyonê. Em hinekî sekinînin û cardin em ketin rê. Lê belê dîsa em şopandin. Li ser rêya Soke-Akbokeyê vê carê lezandin û xwestin berê wesayîta me bidin şarampolê. Heta noqteya polîsan a li ser rê em şopandin.”

‘Dixwazin bi vî awayî endamên me bitepisînin’

Hevserokê HDP’a Aydinê Bariş Goze jî anî ziman ku wesayîteke reş a bi marka Mercedes heta sibehê li ber mala wî sekinandiye û gava ji malê derdikeve heman wesayît wî dişopîne.

Goze destnîşan kir ku roja xebatên ji bo kongreya partiyê dest pê kirine heta niha tên şopandin û wiha got: “Lê tevî evqas zext û zoriyan jî gel dev ji HDP’ê berneda. Baş bi vê yekê dizanin û loma dixwazin endamên me bitepisînin. Ev demeke hem ez, hem hevseroka me hem jî endamên me yên jin ji hêla hin wesayîtên biplake û bêplake tên şopandin.”

‘Ewlehiya me tuneye’

Di axaftina xwe de Goze diyar kir ku kesên wî dişopînin heta sibehê li ber mala wî disekinin û wiha bi dawî kir: “Herî dawî heta sibehê li ber mala min man. Serê sibehê gava ji bo zarokên xwe bibim dibistanê derketim, heman wesayît li ber malê bû û tê de du sê kes hebûn. Gava min zarok dibirin dibistanê ez şopandim. Ev yek tesîrê li zarokên min jî dike. Ewlehiya me tuneye.”

Her wiha Goze li Serdozgeriya Komarê ya Aydinê gilî kir. AYDIN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar