Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Wesiyeta dengbêj Mihemedê Xato

Dengbêj Mihemedê Xato (Holî) yê bi dengê xwe yê xas û kilamên xwe tê nasîn û ku meha bihûrî jiyana xwe ji dest da wesiyet kir ku xwedî li deng wî û dengbêjiyê bê derketin

Dengbêjan her tim dîrok û wêjeya devkî ya kurd zindî li ser pêya girtine û ji dîrokê heta roja me ya îro vê wêjeya devkî dewam dike. Yek ji van dengbêjan jî Mihmedê Xatî ango Mihemedê Holî bû.

Dengbêj Mihemedê Xato 83 sal beriya niha li gundê Holê ya bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve hatiye dinyayê. Dengbêjê Mihemedê Xato di 10’ê îlonê de ji ber nexweşînê pê re peyda bibûn koça dawî kir û ji nav hezkiriyên xwe xatir xwest û wan xemgîn kir. Dengê wî wek mîrateyek li pey wî ma. Di temenek ciwan de dest bi kilambêjiyê dike û li gel dengbêjiyê karê cotkariyê dike û di heman demê de hosteyê dîwar lêkirinê bûye. Bi vî awayî debara malabata xwe dikir. Dengbêj bavê 9 zarokan bû û seranserî jiyana xwe bi dengê xwe yê xweş ruh da kilaman û kilam qîr dikir. Li herêma Êlihê yek ji dengbêjê herî bêtir dihat nasîn bû.

 Xwedî li dengbêjiyê derkevin

Dengek wî xas û kilamên wî çêkirine hene û tê gotin heta carna Mihemedê Holî bi dengê xwe kiriye ku dengbêjê nemir Şakiro jî di bin bandora wî de bimîne. Daxwaziyek wî hebûye ku dengbêjek bigihîne û ji bo dengê wî winda nebe dixwest li dengê wî xwedî bê derketin û wesiyeta wî ya herî mezin jî ew bû ku xwedî li çanda dengbêjiyê bê derketin.

 5 bandên wî hene

Malbata Mihemedê Xato dibêje ku 5 bandên wî hebûne lê tenê 3 band di destê wan de hene. Hevjîna Dengbêj Mihemedê Xato, Xanim Akbaş diyar kir ku hevjînê wê di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û bêyî ku mamosteyek wî hebe ji ber xwe ve fêrî dengbêjiyê bûye.

Xanim Akbaş da zanîn ku hevjînê wê xwe bi xwe dengê li pêş xist û wiha got: “Dem bi dem ji min re qala çawa bi dengbêjiyê kiriye dikir. Bi rastî jî kesayetek jîr û serkeftî bû. Ji bera wî bi qûwet bû. Hemû herêma Bekiran (Bekirî) ji bo lê guhdar bikin diciviyan. Tevahiya jiyana xwe ya dengbêjiyê nexwest ku qirûşek pere kar bike. Tu armancek wî ya wiha jî tune bû. Armanca wî ew bû ji bo xelkê xwe bi kilaman êş û azarê bîne ziman.”

Xanim Akbaş anî ziman ku hevjînê wê dem bi dem bi dengbêjên din re dihatin cem hev û got: “Herî kêm 100 kilamî dizanibû. Yek ji dengbêjê Bekiran ê herî zêde dizanibû kilam bigota. Şakiro xeber jê re şandiye û gotibû wî nav û dengê Mihemedê Xato bihîstiye û bila çend kilamê xwe jê re bişîne. Dengbêj Mihemed jî çend kilaman ji Şakiro re şand. Digotin ku Şakiro jî heyranî dengê Mihemed dimîne. Min Şakiro nedît lê nizanim Mihemed wî dît an nedît.”

Dixwest lawê wî jî bibe dengbêj

Xanim Akbaş wiha qala têkiliya xwe û hevjînê xwe kir: “Me bi kilamê wî emrek derbas kir û me zarokên xwe li ber dengê wî mezin kir. Tenê daxwaziyek wî hebû, dixwest ku cihê dengê wî û dengbêjiyê di nava vê çandê de cih bigire. Dixwest ku dengbêj qîmeta wî dizanibin. Çimkî bi saya serê dengbêjan ev çand hatiye heta roja me ya îro. Her tim dixwest zarokek wî bibe dengbêj lê kes nebû dengbêj.”

Kurê biçûk yê Mihemedê Xato, Nedîm Akbaş (40) da zanîn ku ew bi deng û kilamê bavê xwe mezin bûye û got: “Bi xêra bavê xwe ez çend kilaman hîn bûm. Bavê min hemû nefesa xwe ji bo dengbêjiyê da. Çavê ne li pera mera bû. Ji bo wî tişta hêja û bi nirx dengbêjî û çanda kurd bû. Niha tenê ji wî çend band û çend dîmenên belgefîlman mane. Mîrateya xwe tenê ne ji me re hişt ji bo hemû gelê kurd hişt. Nedixwest dengê wî winda bibe. Digot ‘bila tenê ne li dengê min xwedî derkevin, bila li dengê hemû dengbêjan derkevin.’ Ev wesiyetek ku Şakiro jî di bin bandora xwe de hiştiye ye. Ez dibêjim em xwedî li çanda wan derkevin.” ÊLIH

Çavkanî: Metîn Yoksu / MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar