Sîrwan Rauf ku li dijî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 17’ê sibata 1999’an de agir berda bedena xwe û şehîd bû, bang li gelê başûrê Kurdistanê kiribû û gotibû: “Ez wek hûnermendekî wênekêş xwedî hestek neteweyî me. Bi dîlgirtina Rêberek kurd gelek diêşim. Ji bo vê ez dixwazim hemû kurd bi taybetî xelkê başûrê Kurdistanê li hemberî zilm û zordariya li ser kurdên Bakur bêdeng nemîne.”
Dema ku di 15’ê Sibata sala 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navdewletî radestî dewleta tirk hat kirin, li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê kurd û dostên wan rabûn ser pêyan. Gelek çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin. Bi dehan ciwanên kurd li dijî komployê agir berdan bedena xwe. Yek ji wan jî Sîrwan Rauf ê ji başûrê Kurdistanê bû.
Sîrwan Rauf di 17’ê sibata sala 1999’an de li dijî komployê li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê agir berda bedena xwe û şehîd bû.
Sîrwan Rauf kî ye?
Sîrwan Rauf ciwanek pêşmerge û di heman demê de hunermendekî ji bajarê Silêmaniyê bû. Di sala 1963’yan de li Taxa Çiwarbax di malbateke welatparêz û hejar de tê dinê. Hîn di temenê xwe yê biçûk de, fikra azadiyê nas dike. Heya sala 1982’yan peywendiyê bi Hizba Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê re datîne û dibe pêşmerge. Di sala 1983’yan de ji aliyê rejîma Baas a Iraqê ve tê girtin û heta sala 1984’an di girtîgehê de dimîne. Piştî îşkenceyek zêde ji girtîgehê derdikeve û xebata xwe li nava bajar didomîne.
3 caran tê girtin
Piştî ku Sîrwan ji çiya dadikeve nava bajêr, saziyên sîxuriyê yên rejîma Baasê pê dihesin û wî digirin. Nêzî salekê aqûbeta Sîrwan nayê zanîn. Lê ew ji têkoşîna xwe qet gav paşve navêje, lewre her tim dibe hedefa hêzên rejîmê. Di dema pêşmergetiyê de 3 caran tê girtin. Şopên îşkenceyê heya şehîdbûna wî jî li ser bedena wî dimînin. Di sala 1985’an de li bajarê Kerkûkê bi 4 hevalên xwe re rastî êrîşek çekdarî tê. Sîrwan ji vê êrîşê bi saxî xilas dibe, lê hevalên wî şehîd dibin.
Li pêşmergetîyê wênekêşî
Sîrwan Rauf ji bilî xebata siyasî û pêşmergetiyê, bi karê wênekêşiyê re jî mijûl dibe. Weke çavdêrek dilsoz, di dema têkoşîna xwe de, dîmenên cur bi cur ên jiyana xelkê başûrê Kurdistanê dikişîne. Piştî raperîna 1991’an jî 5 salan karê wênekêşiyê dike û 4 pêşangehan vedike.
Li dijî komployê dibe pêlek ji agir
Sîrwan Rauf, li aliyekê jî eleqeyek mezin nîşanî têkoşîna azadiyê ku li Bakûrê Kurdistanê destpê kiriye û li tevahiya Kurdistanê belav bûye dide, di bin bandora wê de dimîne. Bi taybetî jî girêdanek wî ya mezin ji bo Abdullah Ocalan heye. Lewre dema ku agahiya komploya li dijî Ocalan ya di 15’ê Sibata 1999’an de belav bû, weke tevahiya gelê kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, Sîrwan Rauf jî ev yek qebûl nekir.
Heta wê demê Sîrwan Rauf peywendiyek nêzîk bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çênekiribû, lê hezkirin û girêdana wî ya bi azadiyê re, gihand biryarek radîkal. Sîrwan di 17’ê sibata 1999’an de li ber Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê, li dijî komploya navneteweyî agir berda bedena xwe. Sîrwan ku rakirin nexweşxaneyê, piştî 10 rojan di nexweşxaneyê de şehîd dibe.
Çawa behsa çalakiya xwe kir?
Piştî ku Sîrwan agir berda bedena xwe ew rakirin nexweşxaneyê, di dema li nexweşxaneyê de ji gelek rojname û televziyonan re diaxive. Rojnameya Welat jî di wê demê de hevpeyvînek bi Sîrwan Rauf re çêdike. Sîrwan ji bo rojnameyê wiha behsa armanca çalakiya xwe dike: “Ez weke hûnermendek wênekêş xwedî hestek neteweyî me. Ez bi dîlgirtina Rêberek kurd gelek diêşim. Ji bo vê ez dixwazim hemû kurd bi taybet xelkê başûrê Kurdistanê li hemberî zilm û zordariya li ser kurdên Bakur bêdeng nemîne. Her wiha bila li dijî komploya navdewletî ya li dijî Abdulah Ocalan xwedî helwest bin û şermezar bikin. Ez bi çalakiya xwe gelek kêfxweş im, ev karê min ê herî kêm e ku min ji bo gelê xwe kiriye. Çawa dibe rêberek kurd li ber çavê hemû cîhanê, ji aliyê Îsraîl, sîxuriya Amerîka û dewleta tirk ve bê girtin û hemû mafên wî bên binpêkirin.”
Birayê Sîrwan: Pêwîst e yekitî pêk were
Birayê şehîd Sîrwan Rauf ê bi navê Dara Rauf ji nûçegihana Rojnewsê Semîra Şahab re axivî, behsa bandora Ocalan û PKK’ê ya li ser herêmê kir û wiha got: “Mezinahiya şoreşa PKK’ê a li bakurê Kurdistanê, bû sedem ku ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê li hev kom bibin. Tu fikrek hizbî ya şehîd Sîrwan ji bo PKK’ê nebû. Piştî ku dîmenên Rêber Apo yên dema dîlgirtinê di televziyonan de derketin, ji bo azadiyê agir berda bedena xwe. Bi rastî jî me gelek berdêl li hemberî rejîma Baasê dan. Li hemberî vê jî şehîdên weke Sîrwanan rabûn. Ez weke birayê şehîdekê daxwaza yekitiya netewî dikim.”
Yek ji hevalê şehîd Sîrwan ê bi navê Cezaî Saz jî axivî û wiha got: “Pêwîstiya me niha bi yek helwestiyê heye, divê hemu kurd yek deng bin. Ew çalakî jî peyama yekhelwestiyê bû. Şehîd Sîrwan kesek xwedî helwest bû. Canê xwe qurbanê xak û welat kir.”
Hevalek din yê şehîd Sîrwan ê bi navê Çalak Sofî behsa kesayeta şehîd Sîrwan kir û wiha got: “Sîrwan şopdarê kesayetiya Ocalan bû. Her tim ji bo me digot ku ew dixwaze karek bike û helwesta xwe bide nîşandan. Dilê wî ewqas ciwan bû, canê xwe li ber Ocalan de feda kir. Sedemê çalakiya wî jî, ji ber ku bi dehan welat li dijî Ocalan komplo pêk anîn bû. PKK tenê ji şexsekî pêk nayê, giştiye û xwedî îrade ye.” SILÊMANÎ