Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Wexta DAIŞ hat hûn li ku bûn?

‘Şengal bi fermaneke din re rû bi rû ye’ Ev gotina Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ye. Meclisê roja 23’yê mijdarê bi daxuyaniyeke lezgîn îşaret bi rewşa li herêmê kir. Ji bo em lezgîniya vê bangê fêm bikin, divê em hinekî ber bi paş ve herin…

Tebaxa 2020’an li Washingtonê ‘dîdara stratejîk a Amerîka-Iraqê’ pêk hat. Derbarê encama vê hevdîtinê de cigîrên wezareta karûbarên derve ya Amerîkayê yên Rojhilata navîn Joey Hood û Davîd Kopley gotin: “Li dijî hebûna PKK’ê ya li bakurê Iraq û Şengalê divê Iraq bi Tirkiyeyê re bi awayekî hevbeş bixebite.” Bi vê daxuyaniyê re îşareta êrîşeke muhtemel a li ser Şengalê hat dayîn. Wan rojên ku ev daxuyanî hat dayîn, Serokwezîrê Iraqê Mistefa El Kazimî jî li koşka spî bi Trump re hevdîtin kiribû. Trafîka hevdîtinan a di navbera Iraq-Amerîka-Tirkiye û PDK’ê de her çû zêde bû. 4’ê îlonê jî Nêçîrvan Barzanî tevî Fewzî Harîrî, Kerîm Şengalî, Sefîn Dizeyî û Felah Mistefa bi awayekî lezûbez berê xwe da Enqereyê, bi Erdogan û Çavuşoglu re civiyan. Her çiqas naveroka esas a vê hevdîtinê bi raya giştî re nehat parvekirin jî mirov dikarîbû pêşbîniya planeke reş bike. Jixwe armanca esasî ya van rêzehevdîtinan di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi peymana di navbera PDK û Bexdayê de aşkera bû.

9’ê Cotmehê ji bo kurdan, ne dîrokek jixwe ber e. Komploya navneteweyî ya 1998’an ku Amerîka pêşengiya wê dikir, Mijdara 2018’an de ji hêla rêveberiya Trump ve hat nûkirin. Heman rêveberî 9’ê Cotmeha 2019’an tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk a li Serêkanî û Girê Spî erê kir. Niha jî salek şûn de bi erêkirina heman rêveberiyê, bi patenta dewleta tirk peymana li ser Şengalê di 9’ê Cotmehê de ji hêla PDK û Bexdayê ve hat mohrkirin. Her wiha gengeşiya li Garê û êrîşeke muhtemel a li ser Rojava jî beşek ji vê planê ye.

Aliyên vê plan û projeyê, ji bo vê hewildana xwe rewa nîşan bidin û piştgiriya raya giştî bigirin; weke bi salan e dikin pêşî gotina “terorê” dibêjin û paşê li pey hev gotinên weke qaşo “aramî û îstîkrara navçeyê” rêz dikin. Lê em tev dizanin ku zirhêzên li cîhanê û hêzên herêmî yên hevalbendên wan, van gotinan ji bo berjewendiyên xwe dibêjin. Ma karê aqilan e ku ew “aramiya” Şengalê bifikirin û nûnerên Şengalê dahîlî vê peymanê nekin? Bêguman bi kurt û kurmancî ev pirs bi tena serê xwe nîşan dide ku armanca vê peymanê tunekirina îradeya şengaliyan, jinavbirina hêzên wan ên xweparastinê, dorpêçkirina Şengalê û avakirina kembereke sunî ye.

Êzdiyên ku weke kurdên resen tên binavkirin heta niha bi 74 fermanan re rû bi rû man. Fermana pêşî sala 906’an bi destê waliyê Mûsilê Hamadanî pêk hat û hezar malbatên êzdî hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyên dîrokî, Piştre sala 1254’an, 1221, 1415, 1640, 1647, 1715, 1733, 1752, 1767, 1770… û 2007 û fermana herî dawî 2014…

Ji 906’an heta niha bi giranî li Şêxan û Şengalê êzdî di 74 fermanan re derbas bûn. Piraniya van fermanan bi destê walî û paşayên Osmaniyan hatin kirin. Hejmara 74 bi çavkaniyên fermî yên ji dîrokê ne lê belê em dizanin ku gelek komkujî nayên zanîn jî. Fermana 74’an ji bo me dîroka herî nêz e. Êzdiyên ku di dîrokê de bi navê dewleta osmanî hatin qetilkirin, 3’yê Tebaxa 2014’an bi fermana “dewleta îslamî” DAIŞ’ê re rû bi rû hatin hiştin. Şengala ku di bin hîmaya hêzên PDK’ê de bû li dijî vê hovîtiyê bi tenê ma. Di êrîşên DAIŞ’ê de bi kêmanî 2 hezar û 213 êzdî hatin qetilkirin, 390 hezar kes ji cih û warê xwe bûn. 7 hezar êzdî ku piraniya wan jin û zarok bûn hatin revandin. 4 hezar ji van jin û zarokan ji hêla şervanan ve hatin rizgarkirin û hîn aqûbeta 3 hezar ji wan nayê zanîn. 12 gorên komî hatin vekirin, deverên olî hatin wêrankirin û hwd… Yanî di vê sedsalê de li pêş çavê dinyayê trajediyeke mezin hat jiyîn. Ji bo karesateke mezin a mirovahiyê rû nede gerîlayên PKK’ê xwe ji çiyayan berdan deşta Mûsilê û bersiv dan fermanê. Keç û xortên êzdî ji bo pêşî li fermanê bigirin çek hildan û YBŞ’ê avakirin. Ji hêla Rojava jî şervanên YPG-YPJ’ê ketin dewrê û bi vî awayî pêşî li fermanê girtin. Şengal salek piştî fermanê, 13’yê Mijdara 2015’an li pêş çavê dinyayê ji hêla YBŞ û gerîlayan ve hat rizgarkirin.

15’ê Hezîrana 2016’an Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî rapora xwe ya li ser êzdiyan weşand û got; “DAIŞ’ê êzdiyan di qirkirinê re derbas kiriye. Her wiha Neteweyên Yekbûyî di raporê de ragihand ku 400 hezar êzdî di vê qirkirinê de bûne qurbanî. (kuştin, revandin, kolekirin û hwd..)”

Belê, Neteweyên Yekbûyî ku ev rapor 2016’an de weşand, îro bûye şîrîgê peymana li ser Şengalê. Xelkê Êzîdxanê û temamê kurdan vê peymana di navbera Bexda û PDK’ê de weke fermana 75’an bi nav dikin. Li Êzidxanê û derveyî welêt ji bo betalkirina vê peymanê gelek xwepêşandan hatin kirin û rayedarên Şengalê bi rayedarên Bexdayê re civiyan. Lê belê berovajî bang û daxwazên êzidiyan, Iraq hêzên xwe dişîne Şengalê. Her wiha ya balkêş ew e Iraqê hêzên xwe li ser sînorê di navbera Rojava û Şengalê de bi cih kiriye. Ev proje çiqas bi dil û rizaya temamê rayedarên Iraqê ye nayê zanîn lê belê ya vê planê ferz dike dewleta tirk e. Tişta ku DAIŞ’ê nekarî bike, niha hewl didin di bin navê peyman û qanûnan de bikin. Eger ne wisa be, wê demê dema DAIŞ êrîş kir ev hêz li ku bûn? Qey xêr e? Nexêr!!!

Nûçeyên Têkildar