Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Wezareta Hundirin a Başûr parvekirina bîlançoya tundiya li ser jinan qedexe kir!

Navenda Nûçeyan |

Nêzî 9 mehane li ser malpara fermî ya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tûndutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê tu daneyên derbarê tundiyê de nehatiye parvekirin. Tenê bîlançoya 9 mehên destpêka sala borî li ser malperê heye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyek Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê hatine girtin, Wezîrê Hundirîn ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed piştî hevdîtina li gel Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê parvekirina bîlonçoya tundiyê qedexe kiriye.

Li gorî çavkaniyê, sedema qedexeya parvekirina bîlançoyê, zêdebûna tundî û di dema aşkerakirinê de rexneyên li rêxistinê dihate kirine. Heman çavkaniyê destnîşan kir ku wê bîlonço veşartî li gel beşê bîlançoyê bimîne û wê rê neyê dayîn destê tu beşek din a rêveberiyê bigihî bîlançoyê.

Ji berî kabîneya niha ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê mehane li ser malpera xwe bîlanço aşkera dikir. Lê, piştî avabûna kabîneya 9’emîn û bi biryara Wezîrê Hundirin tu bîlançoya tundiya li ser jinan nehatiye aşkerakirin.

Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê di sala 2007’an de ji aliyê Wezareta  Hundirin a Herêma Kurdistanê ve hate damezirandin. Ji derveyî navenda giştî 28 navendên wê li seranserî başûrê Kurdistanê hene.

Navendên hikûmî, sazî û rêxistinên hizbî û serbixwe jî bîlançoyê aşkera nakin.

Li gorî agahiyên Wezareta Hundirin parve kirine, li seranserî başûrê Kurdistanê 187 rêxistin û navendên li dijî tundiya li hemberî jinan hene. Ji van 30 li Duhokê, 97 li Hewlêrê, 55  li Silêmanî, Germiyan û Raperînin û 5 jî li Helebceyê ne.

Hejmarek zêde ya van rêxistinan ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve tên piştgirîkirin. Ev rêxistinan di bin ferman Wezareta Hundir de nînin û dikarin kar ji bo komkirina bîlançoyê, lêkolînkirin û rêyên çareserkirina pirsgirêkan bikin. Lê tu bîlançoyê parve nakin. Agahiyên xwe ji Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Dijî Tundutûjiya Dijî Jinan û Xêzanê digirin. Ev jî dibe sedem ku tundiya heye were vaşartin û raya giştî jê agahdar nebe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar