Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Wezareta Karê Hundir mehkûmî tazmînatê bû

Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di dema qedexeyê de Abdî Aykût hatibû îşeknecekirin û wêneyên wî yên dema îşkencekirinê derketibûn holê. Di doza hat vekirin de Aykût û 6 gundiyên din beraet kirin. Her wiha dadgehê Wezareta Karên Navxweyî mehkûmî tazmînatê kir

Di navbera 11’ê sibat-2’yê adara 2017’an de li gundê xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Di dema qedexeyê de 2 jê zarok 39 kes hatibûn binçavkirin. Li gund gelek avahî hatibûn rûxandin û gelek kes jî hatibûn îşkencekirin. Yek ji kesên hatibû îşkencekirin û wêneyên wî yên îşkenceyê derketin holê Abdî Aykût bû.

Piştî demekê ev bûyer ketibû rojeva meclisê jî û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu îşkenceya hat kirin bi van gotinan parastibû: “Ji bilî dewleta hiqûqa tu tişt nayê kirin. Ew zilamê extiyar ji terorê re malovaniyê dike.”

Piştî van gotinên Soylû Abdî Aykût, Hatîp Tûnç, Rifat Bayhan, Behçet Koçan, Îsmaîl Ay, Abdulmecît Bal û Vasfî Dogan bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” hatibûn girtin û kesên din jî hatibûn berdan.

Piştî demekê der barê 7 kesên Soylu ew tawanbar kirin de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” îdianame hat amadekirin. Di danişîna ewil a 17’ê tebaxa 2017’an de her 7 kes hatin berdan. Demek berê jî dadgehê der barê her 7 kesan de biryara beraetê da.

Piştî vê her 7 kesan bi hinceta “girtineke belasebeb” serî li Dadgeha Îdare ya Mêrdînê dan û doza tazmînatê li Wezareta Karên Hundir kirin. Dadgehê diyar kir ku gundî mafdar in û diyar kir ku divê Wezareta Karên Hundir ji bo 6 gundiyên 6 mehan girtî mane herkê 18 hezar lîre û ji bo gundiyê 5 mehan girtî ma jî 15 hezar lîre tazmînata maddî û manewî bide.

Parêzerên Wezareta Karên Hundir jî îtiraz li vê biryarê kirin. Piştî nirxandina îtiraza wan wê biryara dayîna tazmînatê diyar bibe.

Her wiha di dema qedexeyê de V.K. (17) û S.B. (14) jî hatibûn binçavkirin û lêpirsîna wan jî bi biryara “netaqîbkirinê” bi encam bû. Dadgehê ji bo mexdûriyeta S.B. jî biryar da ku divê 150 lîre tazmînat bê dayîn.

Parêzer Hasan Ozgen destnîşan kir ku tişta Abdî Aykût û 6 kesên din pê dihatin tawanbarkirin, bi biryara dadgehê jî derket holê ku ne rast e. Ozgen, anî ziman ku tiştên wê çaxê hatin gotin hemû îftira bûn û ev yek di hizûra dadgehê de careke din îspat bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar