Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Wezareta perwerdeyê peyva ‘Kurd’ ji pirtûka Îbn Xaldun derxist

Navenda Nûçeyan |

Dijminatiya dewleta tirk a li hemberî zimanê kurdî û Kurdistanê bênavber didome. Ji bajaran heta çiya û deştan, li Kurdistanê hema hema navê her tiştî yên bi kurdî guherandin û navên tirkî lê kirine. Ev jî têrê nake ku ji pirtûkan heta gelek belgeyên dîrokî yên ku peyvên bi kurdî yan jî navê ‘kurd’ tê de derbas dibin tune dike yan jî wan navan jê dibe.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Weşanên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, beşek ji pirtûka Muqedîme ya Îbn Xaldun sansûr kir û belav kir. Li gorî agahiyên civaknas û lêkolîner Adnan Firat Bayar ku li hejmara xwe ya torên civakî belav kirine, di beşeke der barê Misirê de li cîlda yekemîn a pirtûka Muqadîme ya Îbn Xaldun de ku gotineke têkildarî kurdan tê de heye, ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ve hatiye sansûrkirin.

Bayar dibêje ku di rûpela 643’yemîn a cîlda yekemîn a pirtûka Muqadîme ya Îbn Xaldun de ku ew beş der barê Misirê de bûye, gotina ‘kesên ji binemala kurd’ hatiye sansûrkirin û ji wê beşê hatiye derxistin.

Di pirtûka resen a Îbn Xaldun de wiha tê gotin: “Li dewleta tirk (Memlûkî) jî li Misirê, kesên tirk an jî kesên ji binemala kurd (Eyyubî) ku berî wan rêveber bûn, tên erkdarkirin.” Di pirtûka Weşanên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê de jî ew beş wiha hatiye guherandin: “Li dewleta tirk jî, ev post di destê mirovên mezin ên dewletê yên tirk û kesên berî wan hukim kirin de bûye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar