Ji 2 salan zêdetir e ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendin.
Abdullah Ocalan herî dawîn di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di telefonê de kurt axivîbû. Di heman demê de ji girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî agahî nayê stendin.
Hevdîtin bi awayekî keyfî û sîstematîk tên astengkirin, cezayên dîsîplînê jî bi derengî radigihînin parêzeran.
Parêzeran serî li Dadgeha Makeqanûnê (AYM) dan û diyar kirin ku bi taybetî ji sala 2021’an û vir ve ji ber tecrîda girankirî û astengiyan, muwekîlên wan rastî muameleya xerab tên.
Di 8 salên dawî de Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi dehan caran serî li Dadgeha Makeqanûnê daye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dadgeha Makeqanûnê ji nav van serlêdanan derbarê 23 serlêdanan ji Wezareta Edaletê fikir xwestiye.
Wezaretê der barê qedexeya hevdîtina bi parêzeran, cezayên dîsîplînê yên malbatê, mafên axaftina bi telefonê, qedexeyên li Îmraliyê yên di dema Rewşa Awarte (OHAL) û gelek mijarên bi vî rengî de, fikr û nêrîn pêşkêşî Dadgeha Makeqanûnê kir.
Hat ragihandin ku Dadgeha Makeqanûnê der barê 23 dosyeyan ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê nêrîn xwestiye.
Wezaretê di 24’ê Adarê de nêrînek pêşkeşî Dadgeha Makeqanûnê kiriye û hate îddîkarin Wezaretê diyar kiriye ku tecrîda li Îmraliyê ‘ne muameleya xerab e.’
Wezaretê îddîa kir ku mualemeya xerab ‘li gorî kesan diguhere’, biryarên derbarê astengkirinê bi bîr xist, tecrîd ‘sivik’ dît û destnîşan kir ku li Îmraliyê ‘muameleya xerab’ tune.
Wezaretê îdia kir ku mafên hevdîtina bi malbatê, parêzer, telefon, wergirtin û şandina nameyan jî li gorî qanûnê tên sepandin.
Wezaretê bal kişand ser pêknehatina hevdîtinên malbat û parêzeran û wiha got: “Di hevdîtinên bi malbat û parêzerên Abdullah Ocalan re û serlêderên din ên li heman girtîgehê de, ji ber sedemên ne di dest de pêkhatina astengiyan û stendina tevdîrên xurt ên ewlehiyê rewşeke maqûl e…”
Di bersiva Wezaretê de derbarê ‘sedemên ne di destê wan de’ çi ne, tu tiştek nehate diyarkirin.
Wezaretê îddîa kir ku redkirina daxwazên hevdîtinê ne rewşeke ‘kêfî’ ye û sedema vî tiştî jî wekî qedexeyên hevdîtinên bi serlêder û parêzeran diyar kir.
Dadgeha Makeqanûnê di 3’ê Nîsanê de piştî ku wezaretê nêrîna xwe pêşkeş kir, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî nêrîn xwest.
Parêzeran heta 18’ê Nîsanê li ser 23 dosyayan nêrînên xwe dan û diyar kirin ku argumanên ji aliyê Wezaretê ve derbarê astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran hatiye kirin, ne rast in.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzeran bal kişandin ser biryara Benalî-Lîbyayê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi bîr xist ku qedexeya îşkenceyê ya NY’yê bi astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran hatiye binpêkirin û ev rew, wekî “necommunicado (têkîlîdanenîna teqez) hate binavkirin.
Parêzeran diyar kirin ku berevajî îdiayên Wezaretê divê serlêdanên wan di çarçoveya xala 17’emîn a Makeqanûnê (qedexekirina muameleya xerab, îşkence) de bên kirin.
Parêzeran bal kişandin ser qanûnên navneteweyî û neteweyî û destnîşan kirin ku di vê çarçoveyê de mafên Abdullah Ocalan û muwekîlên din hatine desteserkirin.
Parêzeran bal kişandin ser vî tiştî ku şert û mercên ku dikarin berxwedana fizîkî û exlaqî ya mirov bişkînin, têkiliya wê bi qedexekirina “muameleya xerab” ve heye.
Dadgeha Makeqanûnê bi salan e serlêdanên parêzeran nabersivîne û nayê zanîn ku wê ev serlêdanên dawîn kîngê werin bersivandin.