Di 1’ê cotmehê de li pêş Wezareta Karên Hundir teqînek mezin pêk hat. Di demek kurt de PKK’ê ev çalakî girt ser xwe. Piştî dîmenên bûyera teqînê belav bû, Wezîrê Karên Hundir bi lez û bez dîmenên kêliya teqînê qedexe kir û sansur da ser çapemeniyê. Ev qedexe û sansur gelek pirsan di mejiyan de ava dike. Nîşan dide ku naxwaze gel rastiyê fêr bibe û naxwaze rastiyê bibîne. Dema em li wêneyê giştî binerin; di bin vê qedexe û sansurê de rastiya PKK’ê ya 45 salan heye. Dîrok gelek tiştan nîşanî me dide.
Dema em li tevger û çalakiyên PKK’ê dinerin, em dibînin ku êdî PKK li her derê ye. PKK bi fikr û felsefeya xwe, bi tevger û çalakiyên xwe nîşan dide ku êdî li 7 parzemîn û gelek welatên cihanê belav bûye. Her çend dewlet wê qebûl nekin jî îro dema em li nava refên PKK’ê dinerin em dibînin ku ligel şervanên kurd, şervanên ereb, tirk, fars, firansî, almanî, rûsî, yewnanî, îskoçî û gelek milletên din cihê xwe digirin. Îro gelek milletên cihanê tevgera PKK’ê wekî tevgereke azadî û demokrasiyê dibînin.
Her çend PKK di asta dewletan de wekî rêxistinek dijzagonî bê dîtin jî, di asta gelan de PKK wekî tevgereke mirovî, ekolojîk, sincî, demokratîk, rewa û tevgera azadiya jinê tê dîtin. Îro li gelek welatan gel û baweriyên cuda felsefeya PKK’ê ku hêz û çavkaniya xwe ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan digire, ji bo xwe jî wekî rêya rizgariyê dibînin.
Di rewşek wisa de hikûmeta Tirkiyeyê li ser daxwaz û fermana dewletên ku endamên NATO’yê ne, 45 sal in li dijî PKK’ê şerekî dimeşîne. Artêş û hikûmet ji sala 1984’an û virde 39 sal in li dijî PKK’ê şerê çekdarî dimeşîne. Di salên ewil de bi tang, top, bombe û çekên destan li qadên bejayî û çiyayî derketin operasyonan û şer kir. Artêşa Tirkiye û hikûmeta Turgut Ozal (ANAP) wê demê ji bo PKK’ê tune bike di sala 1985’an de pergala cerdevaniyê pêş xist. Bi deh hezaran cerdevan li Kurdistanê kirin xwedî çek. Lê encama ku dixwestin bi dest nexist. Bi destê cerdevanan gundî qetil kirin û revandin, lê ev xistin stuyê PKK’ê lê dîsa encam negirt. Piştre ji bo têkoşîna li dijî PKK’ê xurt bike di 27’ê tebaxa sala 1987’an de Fermandariya Koma Têkoşîna bi Terorê re û Îstîxbarata Cendirmeyan (JÎTEM) ava kirin. JÎTEM û cerdevan bûn yek û mirov revandin, mirov qetil kirin. Ev kiryar xistin stuyê PKK’ê lê gel ji vê yekê bawer nekir. Nivîskar Soner Yalçin li ser îtîrafên Serbaz Cem Ersever diyar dike ku JÎTEM ji aliyê Serbaz Arîf Dogan ve hatiye avakirin. Piştî pergala cerdevaniyê û JÎTEM hatin avakirin, di pêşengiya Hikûmeta Suleyman Demîrel (DYP) de, di salên 1990’an de bi hezaran gund vala kirin. Lê dîsa encam negirtin. Piştî salên 1990’î gund şewitandin û xistin stuyê PKK’ê, lê encam negirtin. Piştî salên 1995’an li gel helîkopteran balafirên şer bê navber çiyayê Kurdistanê bombe kirin. Balafirên şer jî encam negirtin. Piştî salên 2015’an êdî hêza ezmanî zêde bikar anîn. ÎHA, SÎHA û îstîxbaratê zêde kirin. Lê ÎHA û SîHA’yan jî encama ku dixwest bi dest nexist. Di salên 2021’an de li gel SÎHA’yan zêdetir çekên kîmyewî û balafirên şer bikar anîn. Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê yê berê Suleyman Soylu her roj bi reqam û hejmaran diaxivî û digot li Bakur PKK nemaye û li Qandîlê jî bi sedan kes mane. Li gorî Wezîrê berê Soylu PKK qediya bû.
Her çend Soylu got PKK qediya ha diqede jî; em dibînin ku bi taybetî di 3 salên dawî de her roj bênavber bi dehan balafirên şer F-16 ji Amedê radibin û diçin Çiyayê Qendîl, Metîna, Zap, Avaşîn, Cûdî, Gabar, Xerzan, Kato, Heftanîn û gelek çiyayên din ên Kurdistanê bombe dike. Li van çiyayan çekên kîmyewî bikar tîne. Li van çiyayan şerekî giran heye. Eger PKK qediya ha diqede, ew qas balafirên şer çima ji Amedê radibin? Eger PKK qediya ha diqede; sanayiya çekan a Wezareta Parastinê çima pêdivî bi hilberîna ÎHA, SÎHA û balafirên din dibîne. Eger PKK qediya ha diqede, çima li hemû bajar, navçe û gundên Kurdistanê ew qas Qeleqol û Qereqol hatin avakirin. Eger PKK qediya û ha diqede, çima li hemû kolan, kuçe, tax, navçe û bajaran MOBESE ava kirine. Wezîrên parastinê û wezîrên hundir bi gotinên ‘Qediya ha diqede’ xwestin bertek û nerazibûnên gelê Tirkiyê ya li hemberî operasyonên leşkerî yên dersînor û êrîşên balafirên şer ên dersînor sist bike. Xwestin gel ker û lal bike. Lê me 4 roj berê dît ku 1’ê cotmehê de li pêş Wezareta Karên Hundir a Enqereyê çalakiyek pêk hat. Piştî çalakiyê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyanî da. NPG´ê ragihand ku endamên wan ên ku li Enqereyê çalakî pêk anîne Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Oguz) e.
Dema em li cih û dema vê çalakiyê dinerin, em dibînin ku çalakiyek ne ji rêzê ye. Dîsa dema em li qedexeya ku Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya danî ser çapemeniyê dinerin, em dibînin ku naxwaze hin rastî bên parvekirin û belavkirin. Sansura ku Wezîr Yerlîkaya danî ser dîmenan û çapemeniyê, nîşan dide ku hin rastiyan ji gel vedişêre. Ji ber ku cihê çalakî û dema çalakiyê pir balkêş e. Hem roja çalakiyê, hem saeta çalakiyê û hem jî cihê çalakiyê gelek agahiyan û peyaman dide. Yek jê peyama ‘ez kengî û kijan saetê bixwazim ez dikarim çalakiyan pêk bînim’. Peyama din jî ‘Ez kengî û li ku bixwazim’ ez dikarim çalakiyan pêk bînim’ dide hikûmet û artêşê. Dema em li cihê çalakiyê dinerin, cihê ku ewlehiya wê ya teknîk û teknolojîk di asta herî jor de ye. Dîsa li navenda paytextê Tirkiyeyê ye. Di saetên rojê de pêk hatiye. Li ber deriyê Wezaretê pêk hatiye. Ev dîmen nîşan dide ku gotinên Soylu yên “Qediya ha qediya” vala ne û bi van gotinan gelê Tirkiyeyê xapandiye. Bi van gotinan şer rewa kiriye û bertekên gel ên li dijî şer şikandiye. Dîsa cih û dema vê çalakiyê nîşan dide ku PKK her dem li her derê ye.