Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Abdulhamît Gul bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexeya parêzeran a bi Ocalan re bi dawî bûye
Wezîrê Dadê ya Tirkiyeyê Abdulhamît Gul bi daxuyaniyekê diyar kir ku qedexeya hevdîtinê ya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi muwekîlê wan re bi dawî bûye.
Abdulhamît Gul wiha got: “Biryara qedexeyê ya hevdîtina parêzerên Ocalan a bi muwekîlê wî re hate rakirin. Ocalan dikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike.” ENQERE