Daxwaza îstîfaya Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê Muhammed Bethaî ku pêşkêşî Serokkomar Hesen Rûhanî kiribû, hat qebûlkirin
Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê Muhammed Bethaî roja pêncşemê îstîfaya xwe pêşkeşî Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa berdevkiya hikûmetê ve hat dayîn Rûhanî îstîfaya Bethaî pejirandiye.
Hat angaştkirin ku Bethaî ji bo di hilbijartina parlamentoyê de bibe namzet îstîfa xwe daye. Lê balkêş e piştî ku lîderê dînî Elî Hameney beriya bi çend rojan got ‘Zimanê farisî tune dibe’ wezîr îstîfa xwe da.