Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

WHO’yê derziya dijî koronayê destpêkê da herêmên dagirkirî

WHO ku divê derziya dijî Covîd-19 bi rengekî wekhev li tevahiya Sûriyeyê belav bike, ewilî da herêmên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin. Aşkera bû ku soza WHO'yê ji bo derziyê daye Rêveberiya Xweser bi cih neaniye

Navenda Nûçeyan |

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo derziyên ku li dijî vîrûsa koronayê li asta navneteweyî bên belavkirin, bi navê Hewldana COVAX’ê dest bi kampanyayekê kiribû. Ev kampanya bi taybetî ji bo welatên ku koçber û penaber lê gelek in û ji bo herêmên ku şer lê diqewimin hate destpêkirin. WHO di vê çarçoveyê de soz dabû ku ji meha Adarê heta meha Gulanê 90 hezar derziyan bide herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rêveberiya Xweser jî plana wê dikir ku van derziyan destpêkê ji bo mirovên bi nexweşiya giran û xebatkarên tenduristiyê bi kar bîne ku di nava koma metirsîdar de ne. Lê belê li gorî agahiyan, heta niha hejmareke gelekî kêm derzî gihîştiye herêmên rêveberiya xweser. Li gorî agahiyên ku rayedarên Rêveberiya Xweser dane ajansên navneteweyî, heta niha nêzî 700 derzî hatine şandin, lê hemû jî radestî nexweşxaneyek li Qamişloyê hatiye kirin ku ev nexweşxane bi rejîma Şamê re dixebite.

203 hezar derzî da herêmên dagirkirî

Ji bilî vê nexweşxaneya li Qamişloyê, derzî negihîşt tu ji nexweşxaneyên li rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser. WHO’yê hefteya derbasbûyî 203 hezar derzî da herêmên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ku navenda xwe li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ye, WHO rexne kir, ji ber ku derziyan li gelek herêman bi taybetî jî li Sûriyeyê bi rengekî wekhev belav nake. MSF’ê diyar kir ku ji daxuyanî û hejmarên fermî gelekî zêdetir, mirov nikarin derzî û testan bi dest bixin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar