Dayê edî li dû min negrî, şîn neke, wan destê tê yên ku li ser porê min digeriya edî çilmisîne, wan êdî newestîne, ez dizanim ez di dilê te de me. Li asimanan ez wek berfa spî me, negrî, dema tu digrî ez dibim wek dilopek û dikevim ji wan çavên te yên bêxew. Dayê, êdî dev jê berde, li min negere. Li dû cesedê min nekeve. Ez dizanim, te di qesra dilê xwe de ji min re cihê herî xweşik veqetandiye. Bêhna qurnefîlan tê pozê min. Dayê, ez li benda te me. Bedena min a ku perçekirî, tu yê bi destê xwe bidirû. Dayê serê min dayne ser çoka xwe û ji min re bi lorîne……
Êşa herî giran, êşa wan kesan e ku zarokê xwe winda dikin. Bav an jî hevjînê xwe winda dikin û nikarin binax bikin û biçin ser gora wan. Jinên ku hevjînê xwe winda dikin, zarokên ku bavê xwe winda dikin. Dayikên ku bi mehan dergûşa xwe di hembêza xwe de xwedî dikin û dimijînin, xwe qurbana roniya çavên wan dikin, nahêlin hêsirek bibarînin, ev dayik çend roj çend şev û çend salan e şîn dikin.
Ev kes bi salan e li dû çarenûsa xizmên xwe yên di binçavan de winda bûne ketine. Daxwaza van xizmên windahiya ew e ku sûcdar bên darizandin û cezakirin. Mirov dikare bêje, ew têkoşîna herî dirêj a aştiyê ya li Tirkiyeyê dimeşînin. Xizmên xwe di kuştinên “kiryar ne-diyar” û bêdaraz de winda kirine, heya îro li pey adaletê ne.
Ez behsa Dayikên Şemiyê dikim. Dayikên Şemiyê yên ku cara yekem di 27‘ê Gulana 1999’an de li qada Galatasarayê ya Stenbolê li hev civiyan û li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de winda bûn pirsîn. Heta îro jî derbarê aqûbeta wan kesan de tu agahî dernekî holê.
Dayikên wek Dayika Berfo, daxwaza wan ev bû ku hestiyên zarokên xwe bibinîn û hîn li jiyanê ne, biçin ser gora zarokên xwe. Dayika Berfo ya ku 106 salî ya ku 33 salan digel xizmên windayan têkoşiya, mixabin bêyî cihê gora kurê xwe Cemîl Kirbayir hîn bibe di 21’ê sibata 2013’an de çû ser dilovaniya xwe. Cemîl jî wek piraniya windahiyan piştî darbeya 12’ê Îlona 1980´an ji malê tê girtin, binçav kirin û careke din agahî jê nayê girtin.
Dayika Berfo wiha digot: “Min deriyê malê ji kurê xwe re vekirî dihîşt. Meh derbas bû, roj derbas bû, sal derbas bû lê kurê min nehat.”
Dayikên Şemiyên, ev 828 hefte ne têkoşîna xwe berdewam dikin. Ji ber qedexeya nexweşiya vîrûsa koronayê roja şemiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî didin. Şemiya borî ji bo Maksut Tepelî yê ku di sala 1984´an de, li Stenbolê di binçavan de hate windakirin edalet hat xwestin.
Wek xizmên windayan jî dibêjin. “Ji ber ku îradeyek siyasî tune ye ku çarenûsa windayan aşkera bike, sûcdaran darizîne û ceza bike, her çend ew hemû rêbazên qanûnî bi kar tînin jî, ew nikarin bigihîjin windahî û edaleta xwe. Ji bo dewleta hiqûqî pêdivî bi avahiyek ya serbixwe û bêalî heye“. Em jî dizanin ku heta edalet tune be, ne aqûbetên windahiyan were zanîn, ne jî zor û zilma li ser civakan xelas dibe.
Beriya her tiştî, divê dad bi rêgeza hiqûq û exlaqê tevbigere. Bi gotinek din, divê edalet ji rêgezên hiqûqî û exlaqê serbixwe nebe. Divê neyê jibîrkirin ku „edalet ji bo her keseke pêwist e“. Ji bo wî divê bêadaletiya li dijî kesek, em wek neheqiya li dijî xwe bibinîn.