Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Windabûna Doku parçeyek ji êrîşên taybet e’

Xwedevana Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku a ku di 5’ê çileyê de li Dêrsimê hatiye windakirin hîn ne hatiye dîtin. Li cihê bûyerê bi hinceta întixarê demek dirêj e xebatên lêgerînê di avê de tên kirin. Lewra li ser vê lêgerînê gelek bertek ji aliyê jinan ve tê nîşandan, lê walî di vê lêgerîna xwe ya tenê li ser avê hatiye sînordarkirin bi israr e.  Ji Doku ku 3 meh e windaye heta niha tu nîşane nehatiye dîtin. Malbata Doku jî li Dêrsimê li benda xeberekê ne.

Têkildarî windakirina Doku berdevka Meclisa Ciwanên a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Betul Unsal axivî û da zanîn ku ev bûyerên diqewimin nîşaneyên êrîşên taybet in.

Unsal diyar kir ku windabûna Doku bi serê xwe rewşeke ne ji rêzê ye û divê wisa lê neyê temaşekirin. Unsal da zanîn ku ji serî de hinek kesan dixwestin ser bûyerê bigirin û got ku dixwazin ferasetek wisa di hişê gel de biafirînin ku Doku întixar kiriye û wiha domand: “Dibe ku Gulistan întixar nekiribe û îhtîmalek wisa jî heye.  Walîtî û emniyeta polîsan bi israr dixwazin bûyerê binixumînin. Hevalê Gulistan Zaynal ji ber ku kurê polîse tê parastin. Zaynal û malbata wî dizanin Gulistan li ku ye, lê emniyet di vî derbarî de lêgerînek baş neda meşandin. Li gorî vê yekê divê em bizanin ku windabûna Gulistan Doku ji polîtîkayên heyî ne dûr e û girêdayî vê ye. Zêdekirina komkujiyên jinan û tundiya li ser jinan rûyê diyarker ê vê rewşê ye. Malbata Gulistan biqasî 2 mehan li Dêrsimê man li benda xeberekê. Lê agahiyek rast ji malbatê re nehatiye dayîn.”

‘Li Kurdistanê polîtîkayên şer di meriyete de ne’

Di axaftina xwe de Unsal destnîşan kir ku Dêrsim cihekî biçûk e, li cihekî wiha biçûk ango ewqas ewlekariyên tund lê tên girtin û li gel vê windabûna jinekê divê ji rêzê neye dîtin û ev tişt anî ziman: “Li Kurdistanê polîtîkayên şer bi awayekî giran ketine meriyetê. Ev polîtîka û şer her roj zêdetir dibin. Li ser ciwanan ango bi taybet li ser jinên ciwan polîtîkayên asîmlasyon, fihuş û hişbirê didin meşandin. Tifaqa AKP û MHP’ê dixwaze civakek nexweş biafirînin. Qetlîama jinan jî parçeyek ji vê armanca îktîdarê ye. Hişmendiya mêr li her deverî serdestiya xwe li ser jinê dide pêkanîn. Ji bo jin di civakê de were îzolekirin û tunekirin di nava lêgerîneke mezin de ne. Em di ferqa van polîtîkayan de ne û em ê nehêlin ev polîtîka li Kurdistanê bi bandor bibin. Em ê li dijî van êrîşan li her deverî xwe bi rêxistin bikin.”

‘Em ê li pey Gulistan bin’

Her wiha Unsal diyar kir ku ciwan hêza veguherîn û veguherandina civakê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşînek li hemberî hişmendiya deshilatdar a mêr em didin meşandin heye, ango armanca me ew e ku em vê hişmendiyê veguherînin. Em ê li pey  şopa Gulistanê bin, çi lê hatiye kirin em ê derxînin holê. Em ê di kesayeta Gulistan de hesabê jinên hatine qetilkirin û windakirin bixwazin. Walî û emniyeta Dêrsimê divê ji bo lêgerînê xebatên berfirehtir bidin meşandin. Lewra ev lêgerîn bi avê re sînordar maye. Divê rewşa welat nebe astenga lêgerînê. Gulistan bi me nadin ji bîr kirin. Em ji hemû ciwanan dixwazin ku li hemberî êrîşên tayber û qetlîamên jinan xwe bi rêxistin bikin. Bi rêya rêxistinê em ê bikarin van polîtîkayan vala derxin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar