Dewleta Tirk a dagirker bi destê şefê faşîst Erdogan qirkirina çandî û fîzîkî li ser gelê Kurd dimeşîne. Vê qirkirinê jî bi polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê didomînin. Şerê taybet ku roj bi roj qada xwe kûrtir û berfirehtir dike, bi taybetî çand û zimanê kurdî dike hedef. Ji ber ku zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, bêtehamuliya polîtîkayên dewletê yên li ser zimanê Kurdî rastî bertekên gel tên.
Hevseroka Komeleya Ziman û Wêjeyê (MEDYA-DER) a Tetwana Bedlîsê Emîne Dîkmen Irgat derbarê girîngiya ziman de ji JINNEWS’ê re axivî. Emîne Dîkmen Irgat, anî ziman ku tu tehemula desthilatê li hemberî Kurdan û zimanê Kurdî nîne û got, ji ber vê bêtehamuliyê êrîş û zext li ser zimanê kurdî tên kirin. Emîne Dîkmen Irgat got, “Ji bo vê jî divê em ji bo zimanê xwe xebateke xurt bikin. Divê em tim li kuçe û kolanan bi zimanê xwe biaxivin û zimanê xwe winda nekin. Zimanê me hebûna me ye û li aliyê din jî wek dayika me ye. Tu kes nazwaze dayika wan bimire. Ji bo vê jî divê em zimanê xwe biparêzin. Tunebûna zimanê kurdî tê wateya tunebûna gelê Kurd. Tirsa herî mezin a kurdan jiyaneke bê rûmet e û jiyana bê rûmet jî tunebûna ziman û çanda me ye. Ji bo vê jî divê ji destê me çi bê em ji bo zimanê xwe bikin.”
Emîne Dîkmen Irgat diyar kir ku li MEDYA-DER’ê 25 xwendekar qursê dibînin û anî ziman ku divê her zarok bi zimanê xwe bizanibe û bi zimanê xwe mezin bibe. Emîne Dîkmen Irgat wiha berdewam kir, “Ez her tim dixwazim ku em bi zimanê xwe bijîn. Ji bo ku zarokên me bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin divê em serlêdanê bikin û hewl bidin ku bi awayekî zarokên me bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Ji ber ku zarokên me li malê bi Kurdî diaxivin, lê dema diçin dibistanê perwerdeya bi tirkî dibînin û zimanê xwe ji bîr dikin. Dema zimanê xwe ji bîr dikin asîmîle dibin û careke din nikarin zimanê xwe hîn bibin. Ji bo vê jî divê li her dibistanê perwerdehiya bi Kurdî hebe.”
Emîne Dîkmen Irgat anî ziman ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî roj bi roj zêde dibin û got, “Ji bo vê jî divê em weke jin zêdetir bixebitin. Ji ber ku ev berpirsyarî herî zêde dikeve ser milê me. Divê em her tim bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Divê em di her warê jiyanê de li kolanan, dema dan û standinê bi Kurdî biaxivin. Tenê bi vî awayî em dikarin polîtîkayên asîmîlasyonê vala derxînin. Banga min ji her kesî re ew e ku saziyên ziman, çand û zimanê xwe biparêzin. Ger ku em zimanê xwe neparêzin dê zimanê me winda bibe, windabûna zimanê me jî tê wateya tunebûna me.”