Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Pazar - 7 Temmuz 2024

‘Windabûna zimanekî, windabûna mîrateya mirovahiyê ye’

Şexên Egîtim Sen’ê yên Amedê, bi minasebeta destpêka serdema nû ya perwerdehiyê, bal kişandin ser girîngiya ziman û perwerdehiyê. Hevserokê Şaxa 2’emîn a Egîtîm Sena Amedê Recep Şîmşek daxuyanî da û wiha got: “Wendabûna zimanekî, di heman demê de wendabûna mîrateya mirovahiyê ye. Bi taybetî bi avakirina netewedewletan xwestin civakeke yekreng ava bikin. Pişavtin sûcê mirovahiyê ye.”

Şaxên Egîtîm Sen’ê yên Amedê bi minasebeta destpêka serdema perwerdehiya 2019-2020’an û zimanê zikmakî li Kolana Hunerê ya Yenîşehira Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Egîtîm Sendê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa 2’yemîn a Egîtîm Sen’ê ya Amedê Recep Şîmşek daxuyanî da. Şîmşek diyar kir ku ziman ne tenê amûrekê ragihandinê ye û wiha got: “Her ziman dîrok û çanda gelê ku bi wî zimanî diaxivin dihundirîne.  Zimanê zikmakî, perçeyek kesayet, nasname, hest û bîra mirov e. Zimanê zikmakî ew tişt e ku hemû hilberînên civakî radigihîne nifşên nû ên wî gelî. Ji ber vê yekê wendabûna zimanekî, di heman demê de wendabûna mîrateya mirovahiyê a navhevî ye jî.”

Bi berdewamî Şîmşek wiha got: “Bi taybetî ji dema afirandina netewedewletan û vir ve, tê xwestin ku civakeke ji her alî de yekreng bê avakirin. Di vir de bi taybetî yek ziman li ser gelan tê ferzkirin. Ev xetereyek e. Derdorên zanistê tînin ziman ku tenê bi parastin û pêşvebirina zimanên cuda û heyî, dîsa bi van zimanan hîndekarî bê kirin û perwerde bi van zimanan bê dayin ancax bi vî awayî ev xetere dikare bê sekinandin.”

Zarokên kurd bi zimanekî din dest bi perwerdeyê dikin

Şîmşek anî ziman ku li gelek welatên ku li gorî van daneya xwe sererast kirine bi pirzimanî perwerde tê dayin û ev welat jî ji her alî de her ku diçe pêş ve diçin û wiha lê zêde kir: “Lê li Tirkiyeyê bi avakirina netewedewletê û bi van polîtîqayên heyî her dem cudahiyên civakî û pirzimanî weke xetereyê hatine dîtin. Xwestekên ji bo axaftina zimanê zikmakî , ji tirsa ku dê dewletê parçe bike, weke sûc hatine dîtin û rê li ber van xwestekan hatiye girtin. Her kes dizane ku ev polîtîqa sûc in û rê li ber pişavtinê vedikin. Bi hezaran zarokên kurda her sal ne bi zimanê xwe, bi zimanekî din dest bi perwerdeyê dikin û ev jî dîsa dibe sedem ku ev zarok ji zimanê xwe dûr bikevin. Li gel ku ji bilî tirkî gelek zimanê din jî li vî welatî hene, di perwerdeyê de tene zimanek bibe zimanê fermî û zimanên din weke ku tune bin, bên dîtin, ev serdestkirina mafê van gelan e û di heman demê de zirareke mezin jî dide mîrateya cîhanê. Bi milyonan zarok ji mafê xwe yê “di perwedeyê de bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî” bêpar in û ev xisareke mezin dide derûniya van zarokan.”

‘Pişaftin sûcê mirovahiyê ye’

Şimşek herî dawî ev tişt got: “Em şaxên Egitim Senê ên Amedê tînin ziman ku; pişavtin sûce kî mirovahiyê ye. Demildest divê dev ji van polîtîqayên pişavtinê bê berdan. Li vî welatî her zarok divê bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.  Me ev tekoşîn ji berê de daye û ji niha pêv de jî emê vê tekoşînê bidin. ” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar