Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Xabûr: Peyama Ocalan ji bo her kesî ye

Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcle Xabûr got peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çarsekirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn gelek girîngin. Lewre divê ji hêla eniya muxalîf û navnetewî hemû kesî ve were nîqaşkirin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Dîcel Xabûr di Stêrk TVde ji bernameya Rojeva Jin re axivî û peyama dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana greva birçîbûnê ya qediyayî şîrove kir.

Xabûr diyar kir berxwedana greva briçîbûnê bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê ya jin û dayik Leyla Guven dest pê kiriye, li nav civakê berbelav bûye û got bi saya lehengên vê berxwedanê piştî 2011’an cara yekem Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye. Xabûr got çalakiyên ku bi şexsan dest pê kiriye bûye civakî û rê li ber vekiriye ku faşîzma AKP-MHP’ê bi paş ve gav bavêje. Xabûr diyar kir çalakiya Ocalan gihaştiye armanca xwe.

Tecrîd şikest lê bıdawî nebûye

Xabûr diyar kir ku tecrîd bi temamî ranebûye. Di bûyerên ku li Rihayê hatine jiyîn de ev hatiye dîtin. Li Xelfetiya Ruhayê tiştên dermirovî hatin jiyîn. Îşkence yên dermirovî li mirovan hate kirin. Ev jî nîşan dide ku li Tirkiyê polîtîkayên îmha û înkarê didomin. Pêve girêdayî êrîşên li ser Qadên Parastinê Medyayê jî nişan didin ku tecrîd bi temamî neqediyaye.

Hevdîtinê deriyeke nû vekiriye

Xabûr diyar kir ku piştî 8 salan hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji bo Kurdan tê wateya vebûna deriyekî nû û domand, Peyama ku di du hevdîtinên dawîn de dayî divê ji hêla demokrat, rewşenbîr, muxalefet û eniya navnetewî ve werin nikaşkirin. Peyama Rêber Apo çareseriya demokratîkirina Tirkiyê, Îran, Sûriyê û hemû Rojhilata Navîn di xwe de dihewîne. Di peyama de  çareserkirina krîza Tirkiyê heye.

Rola dayikên laçik spî

Xabûr bal kişande ser rola karîger û dîrokî ya dayikên berxwedêrên di nav pêngava berxwedanê de û xizmên wan û got, Jinan tim mohra xwe li dîrokê dane. Di pêvajoyeke wiha krîtîk de jî dayikên me mîna kulîlkên spî derketin qadan û pêşengiya pêvajoyê kirin. Em Tevgera Jinê hemû dayikên xwe pîroz dikin û slav dikin. Dayika Heval Zulkuf Gezen jî çû ser gora wî û mizgînî da ku çalakiya ku wan dayî destpêkirin bi ser ketiye. Ev helwesteke hêjayî pîrozkirinê ye. Em destê dayikên xwe maç dikin. Çalakiya Dayikên laçik psî bûye tevgerek. Spî ya ku li cîhanê sembola azadiyê ye bi pêşengiya dayikê me dîsa bûye sembol. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar