Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Xaçerêya Idlibê

Rizoyê Xerzî |

Her ku rewşa Sûriyeyê ber bi aramiyê ve diçe yek ji hêzên ku destwerdana vî welatî dikin rewşê bi hin kiryarên xwe aloz dikin. Bê guman her hêzek ji van hêzan vê yekê dike dema ku rewşeke ne li gorî dilê wan û berjewendiyên welatê wan derdikeve. Her hêzek dixwaze rewşê li gorî berjewendiyên xwe birêve bibe. Bê guman fatureya giran jî her gelên Sûriyeyê dide.

Lihevkirinên di navbera hêzên derve yên destwerdana Sûriyeyê dikin her dem bi guherînê re rû bi rû ne û gelek caran wekî ku dibêjin hesabê der û malê li hev dernakeve. Lihevkirin û bazarên di navbera Enqere û Moskovê de di dema dawî de bi êrîşên dijwar ên li ser Idlibê re li ber guhertinê ne. Her ku diçe nakokiyên di navbera wan de zêde dibin. Enqereyê piştî ku ewqas komên çekdar bi lihevkirinên bi Rûsyayê re li Idlibê civandin û xwe wekî parêzvanê wan nîşan dide, hem naxwaze wan ji destê xwe berde û hem jî naxwaze bi Rûsyayê re rû bi rû bimîne.

Di vê navê re Amerîkaya ku li benda firsendekê ye Enqereyê dûrî Rûsyayê bixe û wê vegerîna hembêza NATO’yê û li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne, di cih de dikeve dewreyê û Enqereyê dikişîne ber bi xwe ve. Mirov dikare hevdîtin û daxuyaniyên dawî ên nûnerê taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê James Jeffrey jî di vê çarçoveyê de binirxîne. Jeffrey di daxuyaniya xwe ya dawî de got ku nêrînên wan û Enqereyê li ser gelek mijar û pirsgirêkên Sûriyeyê gelekî nêzî hev in.

Enqereyê jî ji bo zexta mezin a Rûsya û rejîma Sûriyeyê li ser Idlibê kêm bike li aliyê Helebê bi rêya komên çekdar hin hewldanan dike ku pêşiya êrîşên mezin ên li ser Idlibê bigire.

Amerîkayê jî ji bo nakokiyên di navbera rayedarên Rûsyayê û hikûmeta Enqereyê de kûrtir bike dixwaze bi rêya Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê rewşa Sûriyeyê ya ku ber bi aramiyê ve diçe serobino bike û tevliheviya ku heye aloztir bike.

Piştî hevdîtinên Jeffrey yên bi rayedarên Tirkiyeyê re û serkeftinên ku artêşa rejîma Sûriyeyê bi alîkariya Rûsyayê bi dest xistin. Daxuyaniyên hikûmeta Enqereyê jî dijwartir bûn û gef li artêşa Sûriyeyê xwarin ku heke êrîş neyên rawestandin ew dê destwerdana leşkerî bikin.

Mirov nikare ji niha de bêje dê çi bibe lê di nava vê gelemşeyê de wiha xuya dike ku dê rewşa çareseriyê aloztir bibe. Hikûmeta Enqereyê ku gelek peyman bi Rûsyayê re çêkirine bi hesanî nikare dest ji Rûsyayê berde. Ji aliyekî din ve naxwaze ku bi carekê pişta xwe bide Amerîka û NATO’yê. Her wiha nikare bi carekê dest ji wan komên çekdar ên girêdayî xwe berde. Lewre jî wekî dibêjin ew jî êdî di navbera Xelîl û Celîl de mane.

Lê tiştê aşkera û zelal ew e ku êdî hikûmeta tirk jî gelekî tengav bûye û neçare ku rêyekê ji xwe hilbijêre, ji ber di heman demê de êdî nikare hem komên çekdar, hem Rûsya û hem Amerîkayê bi hevre qayil bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar