Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Xalid: Destkeftiyên heyî berhema Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye

Bêrîvan Xalid diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê jiyana hevbeş di nava pêkhateyan de pêk anî, herêm ji xetereya hêzên herî tundraw rizgar kir û got: “Rêveberiya Xweser dê jiyaneke birûmet ku layîqî gelê berxwedêr be, mîsoger bike.”

Bi wesîleya salvegera 11’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid axivî.

Bêrîvan Xalid di destpêka axaftina xwe de salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, malbatên şehîdan, şervanên HSD’ê û tevahî jinên herêmê pîroz kir û diyar kir ku ji destpêka şoreşê ve tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna armancên şoreşê û parastina destkeftiyên wê dixebitin.

Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku bi hevgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi saya fedakariyên şehîdan armancên şoreşê bi cih hatin û got armanca sereke ya şoreşê avakirina civakeke azad û demokratîk e ku mafên tevahî pêkhateyan tê de mîsoger bin.

Bêrîvan Xalid bi bîr xist ku bi destpêka şoreşê re, gelê herêmê xwe bi rêxistin kir, meclisên xwe ava kirin, piştre rêveberiyên xweseriya demokratîk li Cizîrê, Kobanê û Efrînê ava kirin û wiha domand: “Ev yek li xweşiya dewleta tirk a dagirker nehat. Piştî avakirina her sê rêveberiyên xweser çeteyên DAIŞ’ê bi desteka dewleta tirk a dagiarker êrîşî bajarê Kobanê kir. Lê bi hevgirtina keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi saya têkoşîna wan êrîşa DAIŞ hat têkbirin û ji Kobanê ya ku bûye sembola Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat derxistin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku piştî qewitandina DAIŞ ji Kobanê, HSD’ê erka rizgarkirina tevahî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt ser xwe û ji bajarên Minbic, Tebqa, Reqa heta Dêrazorê pêngavên rizgarkirinê dan destpêkirin.

Bêrîvan Xalid îşaret pê kir û got piştî qedandina çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de jî riska şaneyên wê yên veşartî hîna heye û ev şane ji bo derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de û têkbirina ewlehî û aramiya herêmê dixebitin.

Têkildarî astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser jî Bêrîvan Xalid got: “Xetereyeke ji ya DAIŞ’ê mezintir li pêşberî me hebû, ev xetere jî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber serkeftinên ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistin, dewleta tirk bi hêrs bû, lew ra Efrîn dagir kir û gelek komkujî lê pêk anîn. Her wiha Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kirin. Armanca pêşîn û ya dawîn a dewleta tirk şikandina îradeya xelkê herêmê ye.”

Tevî êrîş û ambargoya aborî jî berxwedan berdewam e’

Bêrîvan Xalid di dewama nirxandinên xwe de behsa şerê aborî û ambargoya li ser herêmên Rêveberiya Xweser jî kir û wiha berdewam kir: “Tevî êrîş û ambargoya aborî ku li ser herêmê hatiye ferzkirin, lê wekî gel û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana me nesekinî, em ê bi xurtkirina têkoşînê li hemberî van astengiyan bisekinin û destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin.”

Bêrîvan destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî rêveberiyên xwe yên xweser û meclisên sivîl berhema Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û got destkeftiya herî mezin a Rêveberiya Xweser afirandina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de ye.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinan e’

Bêrîvan Xalid bal kişand ser rola jinan di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinan e û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di tevahî qandên jiyanê û tevahî qadên têkoşînê de pêşeng in. Jin tê koşiyan û zîhniyeta bavikslar û adetên kevneperest ên ku ew qeyd dikirin, şikandin. Jinan rola xwe di qadên siyasî, leşkerî, rêveberî û biryardayînê de girtin da ku destkeftiyên xwe biparêzin. Di tevahî qadan de jî pergala hevserokatiyê pêk anî. Berê jî gelek rêxistinên jinan hebûn, lê ji ber pergalên serwer nedikarîn rola xwe di tevahî qadan de pêk bînin. Lê bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re jin bûne pêşeng û cihê xwe di hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û di hemû qadan de digirin. Jin xebateke cidî û kedeke mezin nîşan didin.”

Der barê bername û plansaziya Rêveberiya Xweser de jî Bêrîvan Xalid got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşberî gelek astengî û zehmetiyan in. Armanca hin aliyên herêmî û navneteweyî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Li hemberî van zehmetî û astengiyan jî erka ku dikeve ser milê me, ew e ku em destkeftiyên vê projeya bêhempa biparêzin. Proje û plansaziya me ew e ku tevahî xizmetan pêşkeşî gelê xwe bikin û daxwazên wan bi cih bînin da ku jiyaneke xweş û birûmet bidomînin ku layiqî lehengiyên ku nîşan dan û layiqî destkeftiyan be. Ji 11 salan ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê berdêlên giranbuha dane.”

‘Em ê destekê bidin xurtkirina ewlehî û aramiyê herêmê bi giştî’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid di dawaiya axaftina xwe de got: “Gavên herî girîng ên ku em ê li ser bixebitin; em ê destekê bidin xurtkirina ewlehî û aramiyê herêmê bi giştî. Em ê li hemberî tevahî êrîşên hundirîn û yên ji derve bisekinin, her wiha em ê destekê bidin projeyên aborî û yên geşkirinê û van projeyan bi pêş bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar