Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Xanê Benek a 90 salî: Rêbertiya me hebûna me ye

Xanê Benek a ku temenê wê ji 90 salî zêdetir e, 5 meh in bi biryardariyek xurt di çalakiya nobetê ya ji bo misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Apo de ye ev tişt anî ziman: “Rêbertiya me hebûna me ye. Êdî dem hatiye ku em bi Rêbertiya xwe re azad bijîn.”

Dostên gelê kurd di 10’ê cotmehê de li 74 navendan cihanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan reazadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiyê li her roj pêl bi pêl befireh dibe. Jin, dayik û berxwedêra bêwestan a ku ne temenê wê yê mezin û ne jî tenduristiya wê li pêşiya beşdarbûna wê ya ji bo hemû çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nabe asteng. Em qala yek ji sembolên berxwedanê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê, Xanê Benek dikin. Xanê Benek ji destpêka rêwîtiya penaberî û berxwedana 30 salan ve heta vê kêliyê jî di nava berxwedan û têkoşînê de ye. Du kurên wê di demên cuda de beşdarî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bûne û di wê oxirê de şehîd bûne. Xanê Benek heta îro soza azadiyê û tola zarokên xwe bi îrade û berxwedaniya xwe pêk tîne û beşdarî hemû çalakiyên li wargehê dibe.

Xanê benek a ku ji roja destpêkê ve heya niha di çalakiya ku 20’ê tîrmehê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hat destpêkirin de cihê xwe digire diyar kir ku heya nefesa xwe ya dawî wê di çalakiyan de be û tu caran jî dev ji têkoşîna xwe bernade.

‘Rêbetiya me hebûna me ye’

Xanê Benek di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bo hebûna xwe têdikoşin û wiha got: “Rêbertiya me hebûna me ye, em ê heya dawî li hebûna xwe xwedî derkevin û ji bo wê têbikoşin. Çima ewqas tecrîdê li ser Rêbertiya me giran dikin, çima ewqas zorî û bêmafiyê li gelê kurd dikin? Ev tecrîd di kesayeta Rêbertî de li ser me û bedena me ye. Rêbertî ne tenê ji bo gelê kurd bibin xwedî nasname têdikoşe, ji bo hemû gelên bindest û mirovahiyê jî li ber xwe dide.”

‘Em daxwaza azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe dikin’

Xanê Benek di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser dildariya gelê wargehê ya ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Heya ku ez bikaribim ez ê beşdarî hemû çalakiyên li wargehê bibim. Civaka wargehê ji 7 salî heta 90 salî zêdetir ji bo Rêbertiya xwe her dem di nava çalakiyan de ye û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe dike. Ev 25 sal in Rêbertiya me di nava dîwarên zindana Îmraliyê de tê girtin û hemû serlêdanên parêzer û malbatê bêbersiv tên hiştin. Tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêbertiya me tê ferzkirin, tecrîd li ser me û zarokên me ye.”

Xanê Benek di dawiya axaftina xwe de wiha bang li dewlet û saziyên pêwendîdar kir: “Êdî dem hatiye ku em bi Rêbertiya xwe re azad bijîn, banga min ji bo hemû saziyên pêwendîdar ew e ku bi erka xwe rabin û dawî li vê tecrîdê bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar