Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xanedaniya Siûdî dîsa ket xefikê

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Hinek şîrovger û nivîskar ev operasyona Cemal Kaşikçi dişibînin senaryoya 11’ê Îlonê.

Hinek aliyên wan dişibin hev û pir balkêş in. Di operasyona 11’ê Îlonê de 17-18 kesên hemwelatiyên Erebistana Siûdî hatibûn tawanbarkirin, di bûyera Kaşikçi de jî hema hema bi heman jimarê kesên siûdî tên tawanbarkirin.

Li ser operasyona 11’ê Îlonê, Gorg W. Bush gazî Ebdullah Bin Ebdulezîz kiribû û ew kişandibû Teksasê. Bi navê kirîna tehwîlan 169 milyar dolar û bi navê kirîna çekan 400 milyar dolar peyman da îmzekirin.

Amerîka bi vêya jî ranewestiya; berî ku Obama serokatiyê radestî Trump bike, bi 2 heyvan, doza 750 milyar dolarê din jî kir, xwedê giravî ji bo ku bide mexdûrên malbatên mirî yên 11’ê Îlonê.

Vê carê Trump, hîn bi leztir kete nava tevgerê û li pey hev wezîrê xwe yê kar û barê derve Pompeo û wezîrê xwe yê xezînê Mnunchin şand Riyadê. Ka xwedê zane gelo ew ê vê carê, bi vê xefikê, çend milyar an trilyon dolaran ji Siûdî bigrin?

Li gel aliyê darayî aliyên siyasî jî bêguman hene. Siûdî û Bahreynê, hema bi lez fermandarê hêzên Îranê yên li Suriyeyê Qasim Suleymanî, terorist îlan kir. Di heman demê de Îsraîl, pesindariya qralê dahatû Mihemmed bin Selman dike û hwd.

Li aliyê din DYA, Tirkiye jî xistiye nava vê senaryoyê. Ji xwe li pey şandina wezîrên xwe ji bo Siûdî, seroka agahiya xwe ya CIA’yê Gina Haspel jî şand Tirkiyeyê.

Guman heye ku qet agahiya Tirkiyeyê ji vê senoryoyê nebû. Ger agahî hebe jî, plan weke wan xwest nemeşiya. Lewma rayadarên Tirkiyeyê şaşomaşo bûn û di rojên despêkê de nizanibûn ji çapemeniyê re çi bigotana.

Niha Tirkiye li ser vê senoryoyê gelek tengav bûye û wisa diyar dibe ku nikare tu rêyên rizgarbûnê ji xwe re bibîne. Bêguman armancên Amerîkayê, ew ê ji Tirkiyeyê jî hebin ku ev kiryar li Stenbolê pêk anîn. Dibe ku armanca yekemîn ev be ku li dijî Îranê, bi piralî bide xebitandin. Her wiha divê li Iraqê û Suriyeyê jî, kelema û astêngan li pêş projeyên wan dernexe, belê li gorî planên Amerîka tevbigere.

Îcar delîl li halê reîs Recep be, xwedê kesî nexe nava tengasiyeke wisa! Xwedê kesî ewqas şaş û fahş neke!

Xanedaniyek wisa, weke ya Qraliyeta Siudî, nikare êdî xwe ragire li ber pêşkeftinên piralî yên vê sedsalê, Recep ketiye pey avakirina xanedaniya osmanî. Dixwaze hemû desthilatiya dewletê, bixe destê xwe û zavayên xwe û bi kurtasî malbata xwe.

Niha hewl dide ku civîneke çar alî; Recep-Pûtin-Merkel-Macron li Stenbolê bikin. Ez bawer nakim ku ji vê civînê jî tiştekî ku berjewendiyên Recep tê hebin derkevin. Erê hinek nakokiyên van dewletan bi Amerîkayê re hene, lê ne di wê astê de ye ku li dijî Amerîka milên xwe bidin ê Recep.

Weke tê zanîn, ew plana wî û Putîn ya li Soçî kirin û bi dengekî bilind dane çapemeniyê, diyar e weke wan dixwest nemeşiya û wextê ku destnîşan kiribûn(15 ê cotmehê) jî derbas bû.

Ew gefxwarinên wî yên li dijî deskeftiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi giştî hêzên HSD’ê jî, weke ew dixwaze bandor nakin.

Hêviyeke mezin ji PDK û Iraqê û bi wê ve girêdayî ENKS’ê dikir. Lê wisa diyar e ku ew xeyal jî Pêk nayên. Li gorî saloxan aloziyeke mezin di nava xanedaniya mala Barzanî de jî rû daye. Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û birayê wî yê fermandarê asayişê hatin girtin.

De kerem bike, Recep Beg êdî baş bibînî, xanedanên klasîk yek bi yek hilweşiyan çûn û tu dibînî êdî çendên ku mane jî, dihejin û ber bi hilveşandinê ve diçin. Ma gelo tu bawer dikî ku tu dê karibî xwe li ber pêşketinên tevgerên şorerşger û demokratîk ên gelan xwe rabigirî?

Nûçeyên Têkildar