Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Perşembe - 3 Ekim 2024

Xazî Feysel: PDK saziyên hikûmetê ji bo dijayetiya PKK’ê bikartîne

Fermandarê Pêşmerge Xazî Feysel yê YNK’yî, da zanîn haya YNK’ê ji daxuyanî û senaryoyên ku PDK li ser navê hikûmeta Herêmê li dijî PKK’ê dide, nine. Feysel got, di aliyê yasayî û desturî de şirîkê hikûmetê ne, lê bi kirdarî tenê PDK hikûmetê bikaraniye.

Piştî destpêkirina êrîş û dagirkeriyên dewleta tirk ên li ser gerîlayên azadiyê û başûrê Kurdistanê, PDK ji bo rewabûn bi xiyaneta xwe ya li gel dewleta tirk bide, gelek caran sazî û dezgehên hestiyar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî PKK’ê bikartîne. Ji vana jî Encûmena Asayîş, Wezareta Pêşmerge, Dezgeha Dij Teror û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kartîne.

PDK bi navê van saziyên hikûmetê çendîn car PKK’ê wek ‘dagirker û terorîst’ û ‘metirsiya li ser statûya Herêmê’ bi nav kiriye.

Fermandarê Pêşmerge Xazî Feysel yê YNK’yî derbarê mijarê de ji Rojnews re axivî û got: “Biraderên PDK’ê gerîlayan wek ‘terorîstên PKK’ê’ bi nav dikin. Ev yek şerme tu ji heval, xweşk û birayê xwe re bêjî terorîst. Yên terorîstin diyarin kîne. Ew DAIŞ’î ne ku li Çiyayê Qereçox çavê xwe lê digrin û sivîlan şehîd dixin. PKK û gelê kurd ne terorîstin, diyare di nav kurdan de ji ber cehşayetî û sud wergirtin ji berjewendiyên aborî, ji ziman derketin rû dide.”

Derbarê pirsa ku YNK jî şirîkê hikûmetê ye û ev daxuyanî li ser navê saziyên hikûmetê tên dayîn, Xazî Feysel wiha got: “Em wek Yekitiya Nîştimanî Kurdistan ji van nêzîkatî û daxuyaniyan bi fikarîn. Yek ji pirsgirêkên me yên li gel PDK’ê ev e. Yek daxuyaniya me ya siyasî nebûye. Li nava hikûmet û parlementoyê jî gelek caran ev pirsgirêkên me li gel PDK’ê derdikevin. Erê em di vê kabîneyê de şirîkin, lê biraderên PDK’ê zêde di berjewendiyên teng ên hizba xwe de bikartînin.”

Di dewamê de Xazî Feysel da zanîn ku bi saya hikûmeta ku PDK serokatiya wê dike, beşek zêde ji xaka Kurdistanê li deverên bi nakok ji ber referandûma serbixwebûnê ji dest derket. Xazî got: “Li aliyê din dewleta tirk zêdetirî 65 baregeh û navendên xwe li deverên çiyayî yên Başûr avakiriye. Ev ne îşê henekane, wê di siberojê de li ser me giran raweste.”

Di dawiyê de jî Xazî Feysel da zanîn, “Daxuyaniyên ku li ser navê hikûmetê li dijî PKK’ê tên dayîn, ne helwesta YNK’ê ye. Em di warê yasayî û desturî de şirîkê vê kabîneyê ne. Lê bi kirdarî tenê PDK hikûmetê bikartîne. Ez ji van gotinên xwe jî berpirsiyarim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar