Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê aşkera kir

Xebata Tifaqa Kurdistanî bi rojeva Newrozê civiya û deklarasyona Newroza 2021’an aşkera kir

Hevserok, serok û nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, têkildarî plansaziya pîrozbahiyên Newroza 2021’an li otel li navçeya Sûra Amedê civiyan û deklarasyona Newrozê aşkera kirin.

Li eywana civînê pankarta dirûşma Newroza îsal ‘Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin’ û her wiha pankartên bi nivîsên ‘Jin dê bi îsyana xwe agirê Newrozê geş bikin’, ‘Newroz ji bo azadiya gelan doz e, ji bo yekitiya kurdan soz e’ û ‘Agirê Newrozê geş bikin, tecrîdê geş bikin’ hatin daliqandin.

Deklarasyona ku bi sernavê ‘Cejna Newrozê Li Netewa Kurd Pîroz Be’ hat xwendin, wiha ye:

‘Di dîrokê de, ahengeke piralî û hevsengî di navbera xweza, demsal û mirovahiyê de heye. Hatina biharê, guherîna demsal û xwezayê bandora xwe herî zêde li ser civakan dike. Bi hatina biharê re tengahî û astengiyên civakî hêdî hêdî ji holê radibin. Ji bo wê bi hezaran sal in, hatina biharê bi coşeke mezin û pêşwaziyeke bêhempa ji aliyê gelan ve hatiye pîrozkirin. Hatina biharê xunaviya vejînê li ser gelan dibarîne û dibe mizgîniya siberojeke ronî. Lewre jî bihar Newrozê, Newroz berxwedanê, berxwedan jî azadiyê tîne.

Şewqa agirê Kawa ronî kir

Di Rojhilata Navîn de, di Asya Navîn de û gelek deverên cîhanê bi helwest û bi cûreyên cuda cuda Newroz tê pîrozkirin. Lê çi dibe bila bibe Newroz bi sed salan e ku ji kurdan re bûye cejna neteweyî. Çirûskên agirê Kawa li çol û çiyayê heremê belevbûn, şewqa agirê Kawa çiya şiyar û ronî kir. Bi vê şewq û wan çirûskên agirê Kawa êw kesên ku ji ber zilma Dehaqê reviyabûn, koç kiribûn li hev kom bûn û li ber agirê Kawa cejna Newrozê afirandin. Reqs û govend li dar xistin, ji wê rojê heta îro ew agir bû roja cejn û azadiyê. Cejna Newrozê diyariya gelê kurd e ji hemû gelên heremê re.

Newroz bîranîna vê tekoşînê ye û nîşana kesên di vê tekoşînê da li gel mezlûman tevdigerin, piştevaniya heq û dadî dikin. Newroz di her sal 21’ê Adarê de geşkirina hişmendiya Kawa ye, li hember Dehaqên serdemê.

Gelê kurd bi êrîşên giran re rûbirû ye

Em Newroza 2021’an, di qonaxeke dîrokî de di nav gelek zehmetî û astengiyan de pêşwazî dikin. Di serdema îro de hem li cîhanê, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Kurdistanê, alozî her ku diçe kûrtir, zext û zordariyên Dehaqan zêdetir dibin. Ew hêz dixwazin gelan bifetisînin û desthilatiya xwe qayîm bikin. Ji Efrînê heta Girê Spî, Serêkaniyê û Kerkûkê, ji Rojhilat heta Bakur gelê kurd bi êrîşên giran re rû bi rû ye.

Bila tecrîd rabe

Dixwazin hem daxwaza azadiyê ya ku bi ruhê Newrozê re bûye yek, hem jî destkeftiyên gelê kurd ên ku bi têkoşîn û berdelên mezin hatine bidestxistin tune bikin. Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan û li tevahiya girtigehan de li ser girtiyên siyasî hatiye avakirin, zext û fişarên li ser gelê kurd û zimanê kurdî, êrîşên li dijî îrade û hebûna kurdan îro gihiştiye asta herî bilind. Ev tev nîşanên înkarkirina gelê kurd e.

Bêguman Newroz ji bo miletê kurd xwedî wateyek pîroz e! Bi têkoşîna Kawayê Hesinkar ala Newrozê digeheje asta herî bilind. Newroz roja serhildanê ye li hember zordarî, zilm û her cûreyê ne mafitiyê ye. Ev bêmafîtî ne qedera me ye, ew zilm û zordariya Dehaq bi gûrzê Kawa hat hilweşandin.

Di her Newrozê de têkoşîna azadiyê ya miletê kurd bi awayek xurtir û geştir derdixe holê. Her wiha Newroz diyariya gelê kurd, ji bo hemû gelên mezlum ên li dinyayê û hemû komên bindest re nîşana azadiyê ye û nîşaneke dîrokî ya têkoşîna li hember zordarî û neheqiyê ye.

Îro li Kurdistanê, polîtîkayên şer û tunekirina miletê kurd zêdetir dibin. Lê divê em bi rêxistinîbûyîn û bi biryarbûn, xwe li hember van êrîşan her xurt bikin.

Îro em dikarin bi sekna xwe tesîrek mezin li ser qedera xwe bikin û vê bixin pêngavek girîng a destxistina azadiyê. Ji ber vê yekê divê em ji her demê zêdetir bi hev re, bi fedekarî tevbigerin û berpirsiyariya parastin û pêşvebirina yekitî û hêzbûnê bi cih bînin.

Newroz bila bibe wesîleya yekitiyê

Her wiha ji bo xebatên yekitiya neteweyî yên li başûr û rojavayê Kurdistanê divê piştgirî bê dayîn. Her pêngav û hewla neteweyî gelek bi qîmet e. Yekitiya neteweyî, ji bo têkoşîna azadiyê pêwîst e.

Em dizanin ku pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd e. Çareseriya vê pirsgirêkê nasîna miletê kurd û teslîmkirina mafê kurdan e. Sedema vê pirsgirêkê yên ku ji çareserî û aştiyê direvin, krîz û pirsgirêkên mezin derdixine holê dîsa ew in. Newroz ji bo gihiştina van armancan bi mîsyona xwe ya dîrokî îlhama herî mezin e.

Bi van hest û nêrînan em dibêjin; Em ê bi agirê Kawayê Hesinkar govenda azadiyê girê bidin, bi hemû rengên xwe yekitiyê xurt bikin.

Em Newroza 2021’an bi dirûşma ‘Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin’ pîroz dikin. Newroz cejna xwişk u biratiyê, xemla aştiyê, helwesta yekitiyê, silava biharê û mizgîniya azadiyê ye.

Newroz li gelê kurd û hemû kurdistaniyan pîroz be!

Newroz ji temamê gelên herêmê re pîroz be!” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar