Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Xebatên 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd dê dest pê bikin

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah da zanîn ku hevdîtinên wan ên li başûrê Kurdistanê bi rêxistinên jinan re bi erênî derbas bûne. Abdullah diyar kir ku hemû rêxistinên jinan hemfikirin ku divê 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd bê lidarxistin. Abdullah destnîşan kir ku ji bo vê jî dê xebat bên destpêkirin

Şandeyeke ji rojavayê Kurdistanê ya bi pêşengiya endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah, ev demeke li başûrê Kurdistanê bi rêxistin û nûnerên jinan ên Başûr re hevdîtinan dikin. Têkildarî mijarê Asya Abdullah ji Rojnews’ê bi Semîra Şahabî re axivî. Abdullah anî ziman ku wan di hevdîtinên xwe de daxwaz kirine ku amadekariyên 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd careke din destpê bike.

Asya Abdullah diyar kir ku armanca sereke ya serdana wan a ji bo Başûr ewbû ku careke din xebatên 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd bidin destpêkirin. Abdullah diyar kir ku wan bi piraniya rêxistinên jin û nûnerên jin ên partiyên siyasî re hevdîtin kirine û wiha domand: “Em dikarin bibêjin ku gelemperiya hevdîtinan bi erênî derbas bûn. Di mijara lidarxistina 3’yemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd de fikreke hevpar heye. Hemû alî jî dibêjin dema lidarxistina konferansê ye. Di komxebata neteweyî ya jinan de komîteyeke ji 22 kesan ku nûnerên hemû aliyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê tê de bûn, hatibû avakirin. Ew civîn girîng bû. Di wê civînê de her alî û parçeyên Kurdistanê bi raporên xwe beşdar bibûn. Li gorî biryara wê civînê divê raporeke hevbeş a têkildarî çar parçeyên Kurdistanê pêşkêşî konferansê bê kirin.”

Cihê konferansa 3’yemîn

Abdullah got ku ji ber rewşa siyasî û leşkerî ya li herêmê xebata wan dereng ket û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê dibe ku di endamên komîteyê de hinek guhertin çêbibin. Vê jî dê her parçe di navbera xwe de zelal bike. Komîte piştî ku kombû, êdî dê xebatên amadekariyê ji hêla komîteya ji 22 kesan ve bên birêvebirin. Dema lidarxistina konferansê jî dê ev komîte diyar bike. Konferansa 1’emîn li Amedê, ya 2’yemîn li Hewlêrê û di ya 2’yemîn de jî biryar hat dayîn ku konferansa 3’yemîn li Qamişloyê bê lidarxistin.”

Yekitiya neteweyî ya gelê kurd

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah destnîşan kir ku wan di hevdîtinan de qala avakirina mekanîzmayên hevbeş ên têkoşîn û xebatê jî kir û wiha bi dawî kir: “Divê mekanîzmayeke tensîqê di navbera parçeyên Kurdistanê de were avakirin. Di vê mekanîzmayê de divê hemû mijarên ku jinan eleqeder dikin bên destgirtin. Hemû rêxistinên jinan di vê mijarê de hemfikirin. Ji bo jinên êzidî yên di komkujiyê re derbas bûn û û dîl ketin destê DAIŞ’ê jî hewceyî bi bi xebateke hevbeş a jinên kurd heye. Ev jî hate nirxandin. Ji bo yekitiya neteweyî jî erk û berpirsyariyên dikevin ser milên jinên kurd heye. Di qada navneteweyî de jî xebat û têkoşîneke hevpar pêwîst dike. Ji bo van mijaran hewcehiya me bi xebateke hevbeş heye.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar