Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê didomin

Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan mal bi mal, tax bi tax digerin û pirsgirên gel guhdar dikin

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina herêmî didome û namzetên hevşaredariyê ya HDP’ê bi eleqeye mezin ji aliyê gel û esnafan ve tên pêşwazîkirin.

Namzetên Hevşaredariyê ya Cirnê Reş a Rihaya Meral Balter û Bişar Tuysuz li taxên navenda navçeya Cirnê Reş û bejahiya wê mal bi mal digerin. Gel eleqeyek mezin nîşanî namzeta dide. HDP’yiyan anî ziman ku kesên berê deng didan AKP’ê jî eleqeyek baş nîşanî wan didin û diyar dikin ku êdî AKP ne ku pirsgirêkan çareser bike, bûye partiyek pirsgirêkan çêdike.

Gel pirsgirêkên xwe anî ziman

Bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê yê Riha Omer Ocalan xebatên hilbijartinên xwecih yên li ser Rêya PTT’ê ya li navçeya Kaniya Xezalan dom dike. Ocalan û namzetên hevşaredariyê Narîn Gezgor û Mehmet Alî Kahraman serdana sûka semtê kirin û guh dan esnafan. Gel giliyên krîzên aborî yên ku AKP’ê pêk anîne kirin.

Namzet serdana esnafan kirin

Rêxistina HDP’ê ya Meletî û namzet serdana esnafên Sîteya Pîşesazî ya Biçûk kirin. Di serdanê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Meletiyê Yûnûs Bozkûş, hevserokê HDP’ê yê Meletiyê Kemel Gedîk li gel endamên partiyê amade bûn. Di serdanê de hevserokê HDP’ê yê Meletiyê Kemal Gedîk axivî û guh da pirsgirêkên esnafan. Namzetê Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Meletiyê Yûnûs Bozkûş jî got ku HDP bêyî ku tu astengiyan nas bike dê her tim xizmetê gel bike.

Ahmet Şik bi ciwanan re civiya

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik li Wanê li du nuqteyan bi ciwanan re civiya. Şik destpêkê serdana ciwanên li Zanîngeha Sed Salê ya Wanê (YYU) kir û li baxçeyê zanîngehê guh dan pirsgirêkên xwendekaran.

Şik piştî serdana YYU’yê tev li şahiya vekirina buroya hilbijartinê ya li navenda Îpekyolûyê bû. Bi tevlibûna sedan ciwanan, namzet jî amade bûn. Şik di şahiyê de peyama ‘Em ê ji bo Leyla Guven biçin ser sindoqan’ da.

Namzetên Şirnexê projeyên xwe aşkera kirin

Her wiha namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Şirnexê Hîşar Osal û Nûrcan Altûrk, projeyên xwe yên ji bo hilbijartina herêmî amade kirin, ji raya giştî re aşkera kirin. Namzet berî aşkerekirina projeyên xwe li kafeyek bajarê bi rojnamegerên bajarê re civiyan û piştî civînê, li Salona Konferansê ya avahiya partiya xwe projeyên xwe aşkera kirin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek kes beşdarî civîna danasîna projayan bûn.

Namzeta Hevşaredariyê Nûrcan Alturk, di civînê de axivî û wiha got: “Li vî welatî weke nan û avê aştî û edalet pêwîst e. Heta ku aştî pêk neyê, em çi jî bikin dê kêm bîmîne. Xebata  me ya herî mezin dê têkoşîna aştiyê be.”

Namzetan piştî projeyên xwe aşkera kirin, civîn bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar