Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Xebatkarê AFAD’ê: Em cenazeyan bi kamyonan dikişînin

Wezîfedarê AFAD’ê ku li navçeya Nûrdagiyê xebata rizgarkirinê didomîne diyar kir ku xebat hêdî tên birêvebirin û cenazeyan bi kamyona hafriyatê dikişînin.

Li navçeya Nûrdagiya Dîlokê ku bi ser 40 hezar nifûsa wê heye re hema bêje avahiyek ku xesar nedîtibe tune ye. Ev navçe li ser rêya bejahiyê ya Dîlok û Edenê ye. Kurd ji vir re dibêjin “Gawir Dagi”. Pir û viyadukên li Nûrdaghiyê xesarên mezin dîtine. Karesata erdhejê bandorek neyînî li navçeyê kiriye. Her çiqas tîmên rizgarkirinê hatibin navçeyê jî lê tiştek ewil tê pêş çavan dîmenên karesatê ye.

Kesên ji erdhejê xelas bûne li derûdora kavilên avahiyên sekinîne û ji bo xizmên xwe yên di bin kavilan de dilorînin û bi xemgînî disekinin.

15 saet şûnve hatiye rizgakirin

Welatiyê bi navê Hasan Ozpinar ku 15 saet şûnve bi birîndarî ji binê kavil hat derxistin û lawek wî di bin kavil de jiyana xwe ji dest da got: “Ez bi xêra xalê xwe ji bin kavil derketim. AFAD û mafad tune bû.”

Cenaze bêxwedî hatine hiştin

Welatiyê bi navê Veysî Gonul jî li taxa Ataturkê li ber kavilê avahiyekê sekinî ye ji Stenbolê bi hawara xizmên xwe hatiye û destnîşan dike ku cenazeyên tên derxistin bêxwedî ne û tevî hişyariyên wan jî kes li wan û cenazeyan xwedî derneket. Gonul banga piştevanî û alîkariyê kir. Gonul anî ziman ku rewş gelek dijwar heye û ew bi derfetên xwe cenazeyên xwe derdixin û mirov di rewşek şerpeze de ne.

Cenaze bi kamyonan veguheztine

Xebatkarê dilxwaz ê AFAD’ê ku hatiye navçeyê jî nexwest qeyda deng û dîmen û wêneyê wî bê girtin hin agahiyan da. Xebatkarê AFAD’ê destnîşan kir ku rewş li navçeyê gelek xerab e û wiha got: “UMKE’yê dibistana li kêleka petrola OPET’ê ku ez navê wê nizanim veguherandiye morgê. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê nayên navçeyê. Cenazeyên me derxistin, me bi kamyonên hafriyatê veguhezandin. Me bi kamyonê cenaze bir, wek din wê çi bibe. Kon nayên herêmê. Bi sedan cenaze hatin derxistin, dibe ku hejmara miriyan bigihîje bi hezaran. Hê jî mirov di bin kavilan de ne. Xebat pir hêdî ye. Li navçeyê xaniyek ku xesar nedîtibe tune ye. Heke wisa bi rêve biçe dê heta du salan ancax xebata li ser kavilan temam bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar