Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Xebatkarê Azadiya Welat Yilmaz hate berdan

Danişîna doza xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Nîzamettîn Yilmaz li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate dîtin. Heyeta dadgehê ji ber rewşa tenduristiyê, Yilmaz tehliye kir

Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatiye girtin, Nîzamettîn Yilmaz di 28’ê adara 2018’an de li navçeya Dêrik a Mêrdînê bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin. 6’emîn danişîna doza Yilmaz îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate dîtin. Serokê dadgehê weke 5 danişînên berê, dîsa beşdarî danişînê nebû. Danişîn ji aliyê endamên dadgehê ve hate birêvebirin.

Di danişînê de Yilmaz, endamên malbatê û parêzerê Yilmaz amade bûn. Danişîn piştî tespîta nasnameyê dest pê kir. Dadgehê diyar kir ku sewqa nexweşxaneyê ya Yilmaz hatiye kirin lê rapora heyetê ji wan re nehatiye. Dozger mutala dubare kir û xwest ku Yilmaz bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ bê cezakirin û rewşa wî ya girtî berdewam bike.

Li dijî mutalayê Yilmaz jî parastina xwe kir û diyar kir ku wî ji bilî belavkirina rojnameyê, tu karên din nekiriye. Yilmaz îfadeyên şahidê nepen jî derewand. Yilmaz xwest ku bê berdan û beratkirin. Yilmaz di heman demê de daxuyand ku wî bi daxwaza aştiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û ev yek jî sûc nîne.

Piştre jî parêzer Mehmet Emîn Dursun li dijî mutalayê parastina muwekîlê xwe kir û xwest ku muwekîlê wî yê nexweş bê berdan. Heyeta dadgehê piştî navbereke kin biryara xwe da. Heyeta dadgehê ji ber rewşa tenduristiyê,  Yilmaz tehliye kir. Danişîna din a dozê jî taloqî 8’ê mijdarê hate kirin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar