Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Xebatkarên nexweşxaneyê hişyar kirin!

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrêcûkê hejmara mirî û birîndaran tê veşartin. Hat diyar kirin ku xebatkarên nexweşxaneyê ji bo ku agahî nedin û parve nekin, hatine hişyar kirin

Piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera ambûlansan, ji navend û navçeyên Rihayê kêm nabin. Yek ji navendên herî zêde cenaze û birîndar tên wê derê Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê ye. Her tim gelek ambûlans li baxçeyê nexweşxanê tên rawestandin. Li ber nexweşxanê nuqteya polîsan hatiye avakirin û ev polîs destûr nadin ku wesayîtên sivîlan derbasî baxçeyê nexweşxanê bibin. Hat zanîn ku li nexweşxanê gelek birîndar hene û hin birîndar jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Bêlqis a Dîlokê hatine kirin. Hat diyar kirin ku gelek ambûlansên nû sewqî navçeyê hatine kirin, ambûlans li baxçeyê paş ê nexweşxanê tên girtin û beşek mezin a nexweşxanê li sivîlan hatiye girtin.

Welatiyên navçeyê yên ji ber leşker û OSO’iyên birîndar nikarin biçin nexweşxanê, ji bo dermankirinê diçin bajêr û navçeyên derdorê. Hat destnîşan kirin ku xebatkarên tenduristiyê ji bo ku agahî nedin û parve nekin, hatine hişyarkirin.

Hat diyar kirin ku hejmara mirî û birîndaran tê veşartin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar