Sûriye ji bo dewleta Tirk serkeftine yan ketina teqnê ye?

Teoriyên kapîtalîstan ên dijmirovahiyê hene. Yek ji van teoriyên mijara gotinê “terapiya şokê” ye. Li gorî vê teoriyê, guhertin encax bi qeyranê pêk tê....

Cihê ku dewlet lê hebin pirsgirêk jî hene

Dema em li geşedanên dîrokê dinerin, em dibînin ku cihê desthilat, serdest, dewlet û sermaye hebin her tim pirsgirêk jî hene. Lê cihê ku...

Perşembe - 12 Aralık 2024

Xecê Rêdûr: Divê zimanê Kurdî ji qirkirinê rizgar bibe

Nivîskar û sînemager Xecê Rêdûr diyar kir ku zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bi temamî qedexeye û got ku divê zimanê Kurdî ji qirkirinê rizgar bibe. Xecê Rêdûr li ser serhildana jinan wiha axivî: “Heke ku jinek azad be û dikaribe biafirîne, em dikarin bibin xwediyê civakek azad. Lewma jî azadiya jinan, têkoşîn û çalakî xebat hêdî hêdî bi pêş ve diçin û em dibin şahidê vê yekê.”

Nivîskar û sînemager Xecê Rêdûr ji bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ye, der bar xebatên xwe de ji Ajansa Welat re axivî. Xecê Rêdûr diyar kir ku wê filmek li ser zarokan jî amade kiriye û wiha qala naveroka film kir: “Bingeha xebat û çalakiyên min li ser zarok û jinan in û her wiha ji bo parastina mafên zarokan in. Zarokên Kurdan, pir bi komkujî û kuştinan re rû bi rû mane. Dixwazim bi fîlm ango sînemayê bibim dengê mafên zarokan. Nîşanî cîhanê bidim ku çi bi serê zarokên Kurdan de hatiye, jiyana wan çawa ye.”

Xecê Rêdûr bal kişand ser rewşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û wiha axivî: “Beriya vê şoreşa jinan a dawî biqewime, jin bi gelek tundî, astengî û qedexeyan re rû bi rû diman. Tiştekî bi navê mafê jinan tune bû. Mafên jinan dihatin binpêkirin. Lê piştî ew şoreş qewimî, jin serbest in, jin dikarin derkevin derve, dikarin bixwînin, dikarin biafirînin. Heke ku jinek azad be û dikaribe biafirîne, em dikarin bibin xwediyê civakek azad. Lewma jî azadiya jinan, têkoşîn û çalakî xebat hêdî hêdî bi pêş ve diçin û em dibin şahidê vê yekê.”

Xecê Rêdûr li ser rewşa perwerdehiya bi Kurdî ya li Rojhilatê Kurdistanê jî rawestiya û ev tişt anî ziman: “Mixabin zimanê Kurdî bi temamî li Rojhilat qedexe ye. Lewma em dixwazin xebatên ziman bi pêş ve bibin. Hewceyî bi xebatê heye ku ji bo zimanê Kurdî bi ser bikeve. Divê zimanê Kurdî ji qirkirinê rizgar bibe. Gelek xebat hene lê bes zimanê kurdî qedexe ye. Ne dibistanên me hene û ne jî saziyên me hene, çimkî qedexe ne. Lê bi rêya şanoyê, sînemayê, konseran em xebatan ji bo ziman dimeşînin. Ji ber ku zimanê Kurdî qedexe ye, zarok jî nikarin bi zimanê xwe werin perwerdekirin.”

Bi rêya pirtûk û sînemayê mafên zarok û jinên Kurd diparêz e

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar