Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Xelasî bi PKK’ê pêkan e

Tirkiye ev 21 sal in di bin faşîzma şefê faşîst Erdogan di dinale. Ji bo dawî li vê faşîzmê were û kêm be jî demokrasî were Tirkiyeyê derfeteke mezin ket destên gelên Tirkiyeyê. Ev derfet jî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên 14’ê Gulanê bû. Lê mixabin ev derfeta dîrokî ne di hilbijartina 14’ê Gulanê ne jî hilbijartina tûra duyemîn a 28’ê Gulanê bi awayekî erênî bi kar neanîn.

Di 14’ê Gulanê de ji ber xemsariya Tifaqa Milet û parçebûna wê faşîzma AKP-MHP-Ergenekon-Hîzbulkontra ava bû û ji wan zêdetir deng wergirtin. Di hilbijartina serokkomariyê de gelên Kurdistanê bi dengeke mezin ji şefê faşîst Erdogan re got na. Bi dengên gelên Kurdistanê hilbijartin çû tûra duyemîn.

Wexta mirov li rewşa siyasî, civakî, aborî û hwd ên Tirkiyeyê dinere, dibîne ku Tirkiye li ber hilweşînê ye. Neyariya şefê faşîst Erdogan a li dijî kurdan Tirkiye anî vê astê. Tirkiye di rewşeke wisa xetere de kete tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê. Jixwe di xebatên hilbijartinê de jî xuya bû ku herdu alî li ser neyariya kurdan xebatên xwe meşandin. Di neyariya kurdan û zêrandina nîjadperestiyê de ketin pêşbaziyê. Ya rastî Kemal Kiliçdaroglû di pêvajoya tûra duyemîn de kete dafika şefê faşîst. Şefê faşîst ji bo dengên kurdan li ser Kiliçdaroglû bibire wî beralî nîjadperestiyê kir û di vî alî gihaşt armanca xwe. Vê yekê jî bi destên Ergenekonê li ser navê xulamê faşîst Umît Ozdag kir. Her ku Kiliçdaroglû xwe nêzîkî Ozdag ê faşîat kir dengên kurdan wenda kir. Aliyekî ku bi Kiliçdaroglû da wendakirin ev alî bû. Her ku ber bi faşîstan ve çû ji kurdan dûr ket. Dûrbûna wî ya ji kurdan dafika Ergenekonê bû. Mixabin Kiliçdaroglû vê carê kete dafika Ergenekonê.

Wekî tê zanîn aliyê şefê faşîst li ser lingan dihêle çeteyên Ergenekonê ne. Ergenekon di vê hilbijartinê de serwerî herdu aliyan bû. Rişma herdu aliyan di destên Ergenekonê de ye. Di vir de kêmaniya herî mezin ew e ku divê Kiliçdaroglû piştî hilbijartina 14’ê Gulanê bermahiyên Ergenekonê ji nav xwe paqij kiriba. Ji ber vê yekê wenda kir. Kiliçdaroglû bi destên xwe dara binê lingê xwe birî. Yan na di aliyê gel de pirsgirêk tune ye. Ji 7 salî heta 70 salî bi faşîzma Erdogan re rû bi rû mane û ji bo hilweşandina textê faşîst çi ket ser milê wê pêk anî. Gelên Tirkiyeyê ji sedî 90 dijberî şefê faşît Erdogan in. Tenê hejmareke pir kêm alîgirên wî ne û ew jî li berjewendiyên xwe dinerin. Kîjan alî xurt be xwe li wir digirin. Kiliçdaroglû qexenc bikira wê gavê şefê faşîst bifirotana. Lê ev yek pêk nehat.

Di tûra duyemîn de ne ku Kiliçdaroglû wenda kir, çeteyên Ergenekonê dîsa desthilatî radestî şefê faşîst kir. Gotineke şoreşgerî heye dîktator bi hilbijartinê tên ser desthilatdariyê lê bi hilbijartinê naçin. Ew bi şerê şoreşgerî ya gel diçin.

Tirkiye bi vê hilbijartina dîrokî ya ku hêzên hegemon dîsa şefê faşîst tercîh kirin de rêyeke tenê li pêşiya wê maye. Dil dixwest ku bi dengên gel hêzên hegemon û şefê faşîst têk biçin, lê ji ber ku gelên Tirkiyeyê nebirêxistinkirî ne nikarin xwedî li dengên xwe derkevin, rewşeke wisa derket holê. Faşîst jî ji vê rewşa civakê cesaretê digirin û bi dek û dolaban bi dengên hejmareke gelekî kêm desthilatdarî di destên xwe de hişt.

Ji niha pêve tenê rêyek li pêşiya civakê maye. Jixwe di her şert û mercî de gelên Kurdistanê li dijî faşîzmê li ber xwe didin. Gelê kurd bûye civaka berxwedanê. Aliyê kêm maye, divê hemû aliyên dijberî şefê faşîst in tevlî berxwedana gelên Kurdistanê bibin. Ji vê rêyê pêvtir nikarin bi faşîzma Erdogan re derkevin ser û jê xelas bibin. Heke xwe tevlî berxwedan azadiyê nekin yan wê radestî faşîzmê bibin an jî wê di bin faşîzma kesk de bi êşeke mezin têk biçin. Ev herdu tişt jî ji bo wan zilmeke mezin e.

Her çiqasî faşîzma Erdogan dijwar e jî hêza ku dikare vê faşîzmê têk bibe heye. Ew hêz jî hêza ku çeteyên bûbûn bela serê mirovahiyê yên wekî El Qaîde, DAIŞ û hwd têk bir e. Ew hêz hêza nemirin Apogerî yên PKK’ê ne. Ji bo gelên Tirkiyeyê vê zilmê nejîn demildest divê bang li PKK’ê bikin ku wan ji faşîzma Erdogan xelas bikin. Çawa ku PKK çû hawara civaka êzidî û Şengalê rizgar kir, dikare gelên Tirkiyeyê ji destên şefê faşît Erdogan xelas bike û wan jî azad bike. Hêz û qeweta PKK’ê ku vê yekê pêk bîne ji her demê bêhtir. Jixwe her kes baş dizane ku dema mijar dibe gel PKK tu sînoran nas nake û demildest xwe digihîne hawara wan. Heke xelasiya gelên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn hebe ew jî bi PKK’ê pêkan e. Ew hêz û qeweta ku PKK dê hemû gelên bindest azad bike heye û ji her demê bêhtir e.

Nûçeyên Têkildar