Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Xelatên Festîvala Fîlmên Kurd bi merasîmekê hatin dayîn

1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê li Elmanyayê hat lidarxistin û bi merasîmekê xelat hatin dayîn. Derhêner Sevînaz Evdikê di merasîmê de ev tişt anî ziman: “Têkoşîneke mezin tê meşandin. Berdêlên giran têne dayin. Hêviya me ew e ku em xwe bigihînin wan rojan ku dayik rondikan nebarînin.”

Di 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de gelek fîlm û belgefîlm hatin pêşandan. Fîlm û belgefîlmên ku li sînemayên UFA Palast û Metreopol Saal hatin nîşandan li Dûsseldorfê atmosfereke cuda afirand. Di roja dawî ya festîvalê de fîlmê ‘Cîran’ ê Mano Khelîl hêjayî Xelata Fîlm a Yilmaz Guney, dokûmantera ‘Eren’ a Marîa Bînler jî hêjayî Xelata Mafên Mirovan hate dîtin. Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ ê Rêger Azad Kaya jî hêjayî Xelata Sînema ya Berxwedêr a Xelîl Dag hat dîtin.

Dokûmantera ‘Hêza’ ya bi derhêneriya Derya Denîz ‘Xelata Jîna Emînî’ wergirt.

Di beşa fîlmên kurt de jî çar xelat li festîvalê hatin dayin. Fîlm û derhênerên ku xelat wergirtin bi vî rengî ne:

Di beşa Bakur de Bêrîvan Sarûhan bi fîlmê xwe yê bi navê ‘Stêrka li ser xetê’ xelat wergirt.

Di beşa Rojava de Gulê Welat bi fîlmê ‘Xewn’, di beşa Başûr de Azhîn Kawa bi fîlmê ‘Paths’ û di beşa Rojhilat de jî Seyed Payam Hosseînî bi fîlmê ‘Rûssîan Vodka’ xelat wergirtin.

Beriya merasîma xelatdayinê fîlmê ‘Berbû’ weke fîlmê herî dawî di festîvalê de hate nîşandan. Sînemahezan bi baldarî li fîlm temaşe kirin. Derhênera fîlm Sevînaz Evdikê ji Rojavayê Kurdistanê tevlî festîvalê bû.

Piştî nîşandana fîlm Evdikê ji bo dikê hate vexwendin.

Gelek temaşevan û hunermendên şanoyê axivîn, Evdikê pîroz kirin û di şexsê fîlmê Berbû de pesnê karên çand û hunerê yên li Rojava dan.

Sevînaz Evdikê jî ji ber şîroveyan spas kir û got, “Têkoşîneke mezin tê meşandin. Berdêlên giran têne dayin. Hêviya me ew e ku em xwe bigihînin wan rojan ku dayik rondikan nebarînin. Ez spasiya hemû hevalan dikim ên ku şîrove kirine. Lê belê em di nava şert û mercên zehmet de jî her tim bi rexnekirinê nêzîk dibin û ji bo hîn bêhtir hunerî bin tiştên ji destê me tên hewl didin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar