Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Pazar - 13 Ekim 2024

Xelatên Huseyîn Çelebî bi merasîmê hatin dayîn

Xelatên pêşbirka 31’emîn Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî ku her sal weke kevneşopyekê tê dayîn, îsal jî bi beşdriya gelek kesan li Berlînê bi merasîmekê hatin dayîn.

Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ku ji sala 1991’ê û vir ve bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal cara 31’emîn li paytexta Almanya Berlînê di 12’ê cotmehê de bi merasîmekê pêk hat. Merasîma ku ji aliyê Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ve hate lidarxistin, li gel Rotînda, Hozan Comerd, Hozan Aydin, Talat Yeşîl gelek hunermend, nivîskar, helbestvan û wêjehez tevlî bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê çalakiyê destpê kir û sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Huseyîn Çelebî hate nîşandan.

Bi navê Komîteya Amadekar a Çalakiya Wêjeyî ya Huseyîn Çelebî axaftin hate kirin û hate gotin, “JXK ku Komîteya Amadekar a Festîvala Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî ye, Xwendekarên Berlînê û civaka Kurd a li Berlînê we hemû dostên xwe silav dikin.”

Piştre axaftina destpêkê, bîranînên Bîlgîn Kiliç ên bi Huseyîn Çelebî re ku yek ji dostên Şehîd Huseyîn Çelebî bû hatin xwendin. Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê Nûrê Alkiş axivî. Nûrê Alkiş ji Berlînê berxwedana Şengalê silav kir û helbesta ‘Ferman e dayê’ ya Lava Şengalî xwend.

Şanoya li ser jiyana hunermendê şanoyê Yekta Hêvî hat lîstin. Piştî ji Belûcistanê li ser rewşa gelê xwe axivî û bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşîna enternayonalîst.

Hunermend Rotînda, Hozan Comerd, Talat Yeşîl, Sheyda Ghavami û Hozan Aydin jî bi stranên xwe tevlî çalakiyê bûn.

Xelatên di beşa çîrok û helbestan de hatin dayin bi vî rengî ne:

Helbesta bi kurmancî:

1. Mahmut Aba – Pevgihana Winda

2. Milân Eyûb – Hewirzeya Şîn

3. Welat Xerîb – Asta Azadiyê

Çîroka bi kurmancî:

1. Leyla Saraç – Loqman

2. Eyüp Tungay – Galegalên Berberojkan

3. Ahmet Çelik – Rojîn

Helbest û çîroka bi Soranî:

1. Paria Fatahi Mokri – Parya

2. Dimen Fathi – Ecologist and Politics of the Women’s Movement in Rojhelat

3. Rêbwar Karamî – Civilian Movement in Rojhelat

Çîroka bi almanî:

1. Lukas – Ein Freund Kommt Zuruck

2. Helin Kurt – In Der Notaufnahme

3. Îlhamî Akter – Das Trauma Des Kriegsveteranen

Helbesta bi almanî:

1. Eylem Kahraman – Sußholzwurzgeschmack

2. Nasil Kabacam – Îstanbul

3. Eren Candemîr – Berxwedan – Evin & Hevgirtin

Helbesta bi tirkî:

1. Gulan Botan – Suriye

2. Zeynep Nergiz – Axin Ah’si

3. Salih Erol – Mendil

Çîroka bi tirkî:

Botan Bahoz: Uçurum

Huseyîn Kuzucan: Ben icat ettim

Helbesta bi Farsî:

1. Metin Hashemi – Civilian Young’s Movement in Rojhelat

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar