PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe hatin dayîn

22’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Gokepe li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şaredariya Şîşlî ya Stenbolê hatin dayîn

Xelatên rojnamegeriyê yên ku ji bo bîranîna nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku di bin çavan de bi îşkenceyê hatibû qetilkirin a Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe îsal cara 22’yemîn hatin dayîn. Xelatên ku ji hêla endamên jûriyê Celal Başlangiç, Elîf Yilmaz, Faruk Bîldîrîcî, Fatih Polat, Gokçer Tahîncîoglu, Mehveş Evîn, Nazim Alpman û Semra Kardeşoglu ve hatine diyarkirin, bi boneya rojbûna Goktepe, îro li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şaredariya Şîşliyê bi torenekê hatin dayîn.

Toren ji hêla rojnameger Nazim Alpman ve hate pêşkeşkirin. Di torenê de dayika Metîn Goktepe, Fadîme Goktepe,  parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Şik, parlamenterê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu, hevseroka Partiya Kedê Selma Gurkan, Dayikên Şemiyê û gelek rojnameger amade bûn.

Navên kesên ku xelat wergirtin wiha ne:

“* Rojnamegerê Birgunê Ugur Şahîn bi nûçeya ‘Bav û keç hev xistin’ re hêjayî Xelata Jûriyê ya Taybet hate dîtin. Xelata Şahîn, Sekreterê Giştî yê Konseya Çapemeniyê Mustafa Eşmen da.

* Nûçegihanên Arti TV’yê Fatma Yorur û Ozgur Soylemez, bi boneya nûçeyên der barê şert û mercên xerab ên karkerên di Balafirgeha 3’yemîn de, hêjayî Xelata Jûriyê ya Taybet hatin dîtin. Xelata Yorur û Soylemez jî Doç. Dr. Ceren Sozeri da.

* Bi nûçeya ‘Gelo tenê lîreyek jî nirxê jina ozbek a li Princess Casinoyê hatiye kuştin nîne?’ re ji Rojnameya Rîze Nabizê,  Gençaga Karafazli jî hêjayî Xelata Rojnamegeriya Herêmî hate dîtin. Ji ber ku Karafazli nekarî tev li torenê bibe, xelata wî nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Firat Turgut ji destê Serokê Giştî yê DÎSK Basin Îşê Faruk Eren wergirt.

* Di beşa Xelata Wêneyan de jî nûçegihanê Arti Gerçekê Rifat Dogan bi wêneyê ‘Dayikên Şemiyê û Rojnameger’ hêjayî xelatê hate dîtin. Xelata Dogan jî serokê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) Turgay Olcayto da.

* Nûçegihanên Fox TV’yê Sevgî Şahîn û kameravan Mûstafa Soybaş jî di beşa Xelatên Nûçeyên Bi Dîmên de ji ber nûçeyên têkildarî êrîşa polîsan a di hefteya 700’emîn a li dijî Dayikên Şemiyê de, hêjayî xelatê hatin dîtin. Xelata Şahîn û Soybaş jî serokê TGS’ê Gokhan Durmuş da.

* Di beşa Xelata Nûçeyên Nivîskî de jî nûçegihana Rojnameya Cumhuriyetê Zehra Ozdîlek bi nûçeya ‘Bombeya Zîndaştî’ hêjayî xelatê hate dîtin. Xelata Ozdîlek jî dayika Goktepe, Fadîme Goktepe da.”

Di dawiya torenê de jî pasteya rojbûna Metîn Goktepe hat birîn û konsereke biçûk hat dayîn. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar