PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî hatin dayîn

Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî ya 29’emîn îsal li Stûttgart Festhalle ya li Stûttgart Feûebachê hat dayîn

JXK û YXK’ê ji bo bibîranîna Şehîd Huseyîn Çelebî, 29’emîn Pêşbirka Wêjeya ya Huseyîn Çelebî di saet 14.00’an de li Stûttgart Festhalle ya li Stûttgart Feûebachê li dar xist. Ji Ewropa, bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek çîrokên kurt û helbest hatin şandin. Tevlibûna herî zêdê ji girtîgehên Almanyayê û Tirkiyeyê çêbû.

Çîrokên kurdî ji aliyê Loqman Guldivê; helbest Fevzî Ozmen, Abdûlkadîr Ûlûmaskan û Aysel Avesta; çîrokên tirkî Orhan Çelîk û Bayram Balci; çîrokên tirkî Hicrî Îzgoren, Sercan Aydin û Robert Pekgoz; metnên almanî jî ji aliyê Anja Flach, Ceren Yildirim û Newroz Botan ve hatin nirxandin.

Eywana merasîmê bi pankartên ku gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên “Wê şoreş bibe azadiya jinan” û “Ên dîroka xwe ya azadiyê rast nenivîsin, nikarin azad bijîn” li ser hatibûn nivîsîn, hat xemilandin. Pankarta ku gotina Huseyîn Çelebî ya “Ez bawer nakim ku gelek ku êşên herî kûr jiyabe, kefxweşiyên herî zindî hîs bike” li ser hatibû nivîsîn û ji bo bibîranîna Şehîd Sara Goyî û Şehîd Rûken Zelal pankartên li ser “Xwedawendên Azadiyê” hatibû nivîsîn, hatin daliqandin. Bi berzkirina dirûşmeya “Şehîdên me rûmeta me ne” Şehîd Zekiye Alkan, Şehîd Huseyîn Çelebî, Şehîd Rahşan Demîrel, Şehîd Dîdar Harûn û Şehîd Firat Çîçek hatin bibîranîn.

Merasîm di şexsê Huseyîn Çelebî de ji bo bibîranîna hemû şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Kamo Çelîk li ser navê YXK û JXK’ê axivî. Çelîk diyar kir ku îro ew bi navê wî, li têkoşînê dewam dikin û got: “Îro jî em weke ciwanên kurd, ji bo bibîranîna Huseyîn Çelebî xwe bi rêxistin dikin. Merasîma me ya wêjeyê, ji sala 1993’yan heta bi niha tê lidarxistin. Em dixwazin ku ji berhemên ji Kurdistanê dişînin bo Ewropayê re bibêjin ku hûn bi xêr hatin û helbestên ku xelat wergirtin bixwînin û kesên hêjayê kar kirinê ne bibînin.”

Bavê Huseyîn Çelebî, Rifat Çelebî jî bi çepikan derket ser dikê û silav li kesên li salonê kir. Çelebî diyar kir ku ew li jiyana xwe ya ku li Kurdistanê bi sirgûnê dest pê kiriye îro li Ewropayê bi sirgûnê dewam dikin û wiha got: “Em hêj zarok bûn, hînê welatparêziyê bûn. Hêj Huseyîn 7 salî bû ez û wî tev li çalakiyeke li dijî şer bûn. Huseyîn ji hingê ve ji tu tiştekî nema. Gava ketibû zindanê îşkence lê kiribûn. Hestiyên lingên wî şikestibûn, lê wî rojek jî dev jê berneda.“

Piştî stranên Rêber Serhad û Cemîl Qoçgîrî, sînevîzyonek li ser jiyana Huseyîn Çelebî hat nîşandan. Piştre yên di beşê helbest û çîrokê de pêşbirk kar kirin, hatin eşkerekirin û xelat hatin dayîn. Herî dawî Sûna Alan diyar kir ku ew stranên xwe dike diyarî ji bo hemû jinên niha li ber xwe didin.

Yên Xelatên Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya 29’emîn girtin ev in:

Helbestên bi kurdî

Îşev – Devrîm Arjîn Welat; Girtîgeha Jinan a Sîncanê

Arînên li her derê – Alattîn Befre

Bilindiya Ezmanê Baweriyê – Mûstafa Karaboga

Çîrokên bi kurdî

Bi navê Evinê – Yilmaz Tekîn

Tûrikê Pîrê – Mesût Yûrtsever; Girtîgeha F ya Bolûyê û Tûrike Zimanan – Hisên Çatikkaş

Bêhna Miriyan – Roger Sozdar

Helbestên bi almanî

“Der rote Schein am Horizont” – Agir

“Ein nefes Bild” – Rojbîn Serhat

“Hast du gelernt zu lieben ” – Naomîe K.

Çîrokên bi almanî

“Metamorphosen” – Zozan Dilbirîn

“Die Fahrt meines Lebens” – Zozan Dilbirîn

“Kurzgeschichte” – Anonim

Helbestên bi tirkî

Ezidi bir kız çocuğu ve lal tanrılar – Kerem Çîftcî

Korkulur Yağmurun Böylesinden – Alaz Derweş

İkilem İklimi – Nûriye

Çîrokên bi tirkî

Lapîs lazûlî – Sîbel Mustafaoglû/ Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê

Cep Aynasi – Eylem Kahraman/Almanya

Cemilenin Ruyasi – Nergîz Necla

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar