Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Xelatgirê Nobelê: Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye

Yek ji 69 xelatgirên Nobelê Jean Pierre Sauvage ev tişt anî ziman: “Birêz Abdullah Ocalan bi rengê herî giran hate cezakirin. Êdî dem hatiye ku bê azadkirin."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mûtleq de tê girtin û 4 sal in agahî jê nayê girtin. Agahînegirtina ji Rêber Apo gelan dixe nava fikaran. Dostên kurdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêngava kurewî ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin. Pêngava kurewî ji çar aliyên cîhanê deng veda. Di nava wan de fîlozof, xelatgirên Nobelê jî hene gelek kesayetên navdar ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ketin nava liv û tevgerê û bang azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Herî dawî 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtin, ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û bi daxwaza dawîanîna li tecrîdê name ji Komîseriya Bilind a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandin.

Yek ji kesayetên ku mohra xwe daniye binê nameyê Xelatgirê Nobelê Kîmyagerê Fransî Prof. Jean Pierre Sauvage li ser mebest û armanca nameyê ji ANF’ê re axivî.

Prof. Jean Pierre Sauvage bal kişand ser mijarên ku di nameyê de hatin nivîsandin û diyar kir ku tiştekî li wan xusûsan zêde bike nîne û got, “Birêz Abdullah Ocalan bi rengê herî giran hate cezakirin. Êdî dem hatiye ku bê azadkirin.”

Xwediyê Xelata Nobeldê Kîmyagerê Fransî Prof. Jean Pierre Sauvage bal kişand ser rola Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û wiha axivî: “Berdana Birêz Ocalan wê ji bo têkiliyên navbera civaka kurd û hikûmeta tirk gelekî baş be.”

Jean Pierre Sauvage kî ye?

Prof. Jean Pierre Sauvage di 21’ê Cotmeha 1944’an de li Parîsê ji dayik bû, kîmyagerek e ku li qada kîmya koordînasyonê pispor e. Sauvage sala 1967’an li Dibistana Bilind a Kîmyayê ya Neteweyî ya Strasbourgê mezûn bû, li Zanîngeha Strasbourg Louis Pasteurê doktoraya xwe temam kir. Sauvage li Zanîngeha Oxfordê jî post-doktora xwe çêkir, di navbera salên 1971-2014’an de li Navenda LêkoLînên Zanistî ya Neteweyî ya Fransayê (CNRS) lêkolîn kir, di sala 2016’an de li Zanîngeha Strasbourgê weke profesor kar kir. Prof. Sauvage ku li qada kîmyayê mohra xwe danî binê gelek karên girîng, di sala 2016’an de li gel Kîmyagerê Skoç J. Fraser Stoddart û Kîmyagerê Hollandî Bernard Feringa bi karê xwe yê li ser makîneyên molekulan hêjayî Xelata Kîmyayê ya Nobelê hate dîtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar