Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xelîl: Ji bo azadkirina herêmên dagirkirî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê diyar kir ku kar û xebatên wan ên ji bo serxistina projeya neteweya demokratîk bi israr didome. Xelîl destnîşan kir ku dewleta tirk bi teqînên ku bi destê MÎT’ê kirin xwest nakokiyan bixe navbera gelên herêmê lê bi ser neketin. Xelîl da zanîn ku divê ew xebatên xwe bi ruhê yekitiyê bidomînin

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl bûyerên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û neteweyî yên sala 2019’an ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê bi Mûstafa Çoban re nirxand.

Aldar Xelîl diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke demokratîk didin û wiha domand: “Hestên xwe, nêrînên xwe, baweriya xwe bi rê û rêbazên cuda tîne ziman. Bi çalakiyan, civînan, meşan, kongre û konferansan vê yekê nîşan dide. Xwe birêxistin dike, meclisê ava dike. Ango îradeya xwe radixe pêş çavan. Karê di vê çarçoveyê de dê dewam bike. Ne ew kar e ku di nava çend rojan de bi dawî bibe. Em xwe dispêrin projeya xwe ya neteweya demokratîk. Kurd, ereb û suryan bi hev re tev li vê projeyê bûn. Jin, mêr bi rengekî wekhev cihê xwe di nava vê projeyê de girtin. Ev yek bû sedem ku hin pêşketin çêbibin.”

‘Teqîn ji hêla MÎT’ê ve hatin kirin’

Di berdewamê de Xelîl anî ziman ku Erdogan û hêzên serdest xwestin pêşî li vê yekê bigirin û wiha got: “Li gorî wan, ger felsefeya neteweya demokratîk bi pêş bikeve ev ji bo wan tê wateya mirinê. Naxwazin bi pêş bikeve. Ew naxwazin pêkhateyên gel li hev bicivin, berevajî dixwazin ji aliyê siyasî, çandî, leşkerî û hwd. nakokiyan di navbera gelan de biafirînin û tevliheviyê derxînin. Li bajarên kurdan hin teqîn hatin kirin. Xwestin hin ji van bi navê ereban bikin. Piraniya wan ji aliyê îstîxbarata dewleta tirk (MÎT) bi xwe ve hatin kirin.”

Planên dewleta tirk negirtin

Xelîl destnîşan kir ku di heman demê de li herêmên ereban jî teqîn kirin û bi vî rengî gotin ‘Binêrin kurd nikarin we biparêzin’ û wiha pê de çû: “Bi vê yekê re hewl dan tevliheviyê zêde bikin. Lê belê vê yekê kir ku kurd, ereb û suryan hîn bêhtir xwe nêzî hev bikin. Ev yek li hesabê wan nehat. Dema dawî li dijî Serêkaniyê û Girê Spî êrîş hatin kirin. Erdogan digot; ‘Ji xwe ez ê êrîş bikim, ereb dê ji nava HSD’ê û asayîşê derkevin. Wê demê dê parçe bibin. Ew ê li ber hev rabin.’ Lê belê hate dîtin ku pratîkê de ev pêk nehat. Di pratîkê de gelan dîtin ku hebûna wan ketiye metirsiyê û hîn bêhtir xwe li hev girtin.”

‘Ji bo serkeftinê em ê bêhtir israr bikin’

Bi domdarî jî Xelîl bi lêv kir ku hin herêmên wan hatine dagirkirin û ji bo azadkirina van herêman dê têkoşîna wan mezintir bibe. Xelîl wiha derbirî: “Hêza me ya leşkerî, parastin û rêxistinî dê xurtir bibe. Ji bo serkeftinê û pêkanîna projeya xwe em ê hîn bêhtir israr bikin. Projeya me heta astekê bi pêş ketiye. Ev yek dê di asta navneteweyî de êdî xwe diyar bike. Projeya me ya neteweya demokratîk dê êdî ji bo Sûriyeyê bibe mînak. Rejîm jî dê neçar bimîne ku heta astekê hin tiştan qebûl bike. Hejmara yên li ber projeya neteweya demokratîk radibin jî dê gav bi gav kêm bibe û ne di asta sala 2019’an de bi bandor bin.”

‘Dê pêkhateyên derveyî projeyê man jî tev li bibin’

Aldar Xelîl daxuyand ku ew plan dikin ku di sala 2020’an de projeya wan a neteweya demokratîk ji aliyê her kesî ve bê naskirin û ev tişt anî ziman: “Divê her kes rastiya vê projeyê bibîne. Çawa ku berê kar hate kirin, dê êdî kar berfirehtir bê kirin. Dê derfet bên afirandin ku pêkhateyên gel ên li derveyî projeyê man tev li bibin. Lê belê ji bo serkeftina vê jî divê herêmên dagirkirî bên rizgarkirin. Em ê dagirkeriyê tu carî qebûl nekin. Her wiha ji bo çareserî li tevahiya Sûriyeyê pêk were dê karê me dewam bike. Ji ber ku nepêkane em li herêma xwe aram bin, lê li herêmên din ên Sûriyeyê krîz dewam bike û pirsgirêk çareser nebe.”

‘Xebatên me dê bênavber bidomin’

Xelîl anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê ‘mûxalîfên demokratîk ên nerm’ li hev bên komkirin û ev tişt destnîşan kir: “Em ê wan hemûyan li hev kom bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê hemûyan bikin hêzeke bi bandor. Ji bo statuya rêveberiya li herêmê em ê van têkiliyan (dîplomasî hwd.) xurtir bikin. Divê hebûna me rewa bê dîtin û li qada navneteweyî bi rengekî fermî bê qebûlkirin. Ji bo vê jî bêguman dê bênavber kar bê kirin.”

‘Kurdan karekÎ neteweyî kirin’

Herî dawî jî Aldar Xelîl wiha got: “Divê em karên xwe yên li nava gel berfirehtir bikin. Kurdan karekî neteweyî kirin. Di vê berxwedanê de ev yek ispat bû. Her kes xwedî li vê berxwedanê derket. Partiyên ku nakokî di navbera wan de hebûn bi vê berxwedanê re bûn yek. Divê em bi vî ruhî bixebitin. Dibe ku yekitiyeke ji sedî sed nebe, ev tiştekî xwezayî ye, cudahî hene. Her kes mîna hev nafikirin. Her kes mîna hev naxebitin. Lê belê hin mijar hene ku em dikarin li ser li hev bikin. Ji bo vê jî kar tê kirin. Em hêvî dikin ku di sala 2020’an de ji bo çareseriya pirsgirêkan em ê bibin yek ku xwedî heman nêrîn û helwestê bin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar