Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku biryara ku ew û rejîm gihaştinê ne lihevkirinek, tenê tifaqeke ji bo parastina xeta sînor e. Xelîl got ku ger ev tifaq pêş bikeve dê encamên baş jê derkevin lê ew ne li gorî sozên Rûsyayê, li gorî berxwedanê xwe amade dikin
Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl tev li bernameya taybet a Ronahî TV’yê bû û têkildarî hevdîtinên dawî yên bi rejîma Sûriyeyê re pirsên rojnameger Rodî Mihemed Elî bersivandin. Xelîl got ku biryara ku ew û rejîm gihaştine ne lihevkirin, tenê peymaneke ji bo parastina sînoran e.
Aldar Xelîl diyar kir ku li dijî wan êrîşeke tunekirinê heye û ew jî li hemberî vê êrîşê berxwedana man û nemanê dimeşînin. Xelîl piştre jî bal kişand ser komkujiya ku duh li Serêkaniyê hatiye kirin û wiha dom kir: “Artêşa tirk sivîl û rojnamegerên ku dixwestin daxuyaniyê bidin hedef girtin. Ev êrîş nîşan dide bê ka çiqas ji sînorên mirovahiyê derketine. Ev jî nîşan dide ku Erdogan û hikûmeta xwe biryara tunekirina kurdan dane. Lê heta yek ji me bimîne dê ev berxwedan bidome û divê bigihije serkeftinê. Me soza vê daye gelê xwe. Şer didome û em di wê baweriyê de ne ku dê dewleta tirk negihije armanca xwe.”
Têkiliyên dîplomatîk
Xelîl diyar kir ku kurd niha di nava şerekê mezin ê cîhanê de ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke kurdîtiyê berê em nikarin bibêjin ‘Ev qedera me ye. ’ Divê em bizanin destkeftiyên xwe biparêzin. Me heta niha 11 hezar şehîd dan. Parastina van destkeftiyan û keda şehîdan soza me ye. Di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de me sûd ji danûstandinên bi DYA û hêzên koalîsyonê re girt. Ev jî destkeftiyek bû. Heta pêvajoya Efrînê jî bi rusan re têkilî hebûn lê wan helwesta xwe guherand. Niha li vir em, rûs, amerîkî, hêzên koalîsyonê, rejîm, komên çete û dewleta tirk hene. Di rewşeke wiha de ya esasî, parastina gelê me ye. Ji bo parastina gel û keda şehîdan divê em rêyekê vekin.”
Rewşa Rojavayê Kurdistanê
Di berdewamê de jî Xelîl bi lêv kir ku gelek caran wan ji rejîmê re got ku ji bo tifaqê amade ne lê rejîmê red kir û wiha dom kir: “Niha rewşeke ku ne li gorî daxwaza me û ne jî li gorî daxwaza rejîm, rûs û hêzên koalîsyonê derket holê. Ew jî êrîşa Erdogan e. Ne bi tenê ye, hêzên li pişt wî hene. Xuyaye ku biryara parçekirina Sûriyeyê û tunekirina gelê kurd hatiye dayîn. Ya ji bo me dimîne jî pûçkirina vê planê ye. Li vir rewşa heyî cudatir e. Li Efrînê tenê rûs hebûn û erdnîgarî cuda bû. Li vir gelek hêzên cuda hene û berê her kesî li vir e. Rûsya dixwaze hêzên koalîsyonê qels bike û rejîm jî dixwaze bibêje ez jî heme. Em jî dixwazin gelê xwe ji dagirkeriyê xelas bikin. Li ser vê bingehê hevdîtinek çêbû. Lê ne lihevkirinek, destpêkeke.”
Armanca hevdîtinên bi Şamê re
Aldar Xelîl bi lêvkir ku ew dibêjin sînor di bin gefê de ne û naxwazin welat parçe bibe. Xelîl wiha pê de çû: “Me got parastina sînoran erka paytextê ye. Ev yek di peymannameya rêveberiya xweser de jî heye. Armanca me ya biryara bi rejîmê re wiha ye; ji ber ku di NY’yê de hene, bi navê Şamê divê hêzêk hebe. Ger dewleta tirk tevî vê jî êrîş bike, wê demê tê wateya êrîşkirina serweriya Sûriyeyê. Metirsiya senaryoyeke li Efrînê jî heye. Em hesabê vê jî dikin. Em nikarin bibêjin rûsan soz da û qediya. Ger soza xwe pêk anîn pêk anîn baş e û ger pêk neyînin jî berxwedana me dê bidome. Dibe ku qada hewayî bigirin lê ne diyare bê ka hêzên koalîsyonê dê destûr bidin an na.”
‘Me kaxizên ser maseyê tevlihev kirin’
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl anî ziman ku wan kaxizên li ser maseyê tevlihev kirine û ev nirxandin kir: “Ji ber vê jî hêzên koalîsyonê ketin tayê xwe de. Kes li benda vê nebû. Me berê jî ji rejîmê re di got ku bila li ser sînoran lihevkirinek çêbibe. Lê red dikirin. Niha jî mecbûr man ku qebûl bikin. Di navbera Minbic û herêmên di destê dewleta tirk de li çend cihan bi cîh bûne. Lê bi rastî me kariba sînor bi wan mîsoger kiriba baş bû. Me erka xwe pêk anî û êdî gok di qada rûs û emrikiyan de ye. Bila ji xwe re çareser bikin. Bi biryara me dê di asta cîhanê de hin helwestên erênî pêş bikevin.”
Girtina qada hewayî
Bi berdewamî jî Xelîl daxuyand ku li gorî biryara wan a bi rejîmê re, ji Dêrîkê heta Serê Kaniyê, ji Girê Spî heta Kobanê û Minbicê dê ala Sûriyeyê bê çikandin û wiha pê de çû: “Deverên şer di bin parastina wan de nînin. Ger serweriya Sûriyeyê çêbû dê tenê li herêmên heyî şer bidome. Ger ku rûs soza xwe bi cih bînin û qada hewayî bê girtin wê demê em dikarin li wan bixin. Ya girîng ew e ku bê ka em ê Efrînê çawa rizgar bikin. Me ji bo Efrînê girtina qada hewayî jê xwest lê ev ne karekî yek du hevdîtinan e. Hê pêvajoyeke diyalogê di pêşiya me de heye. Em hewl didin vê tifaqê pêş bixin. Emê hewl bidin rejîmê bikişînin wê xetê ku rêveberiyê qebûl bike. Ji bo vê jî hewceyî bi demekî dirêj heye.”
‘Derdê me yê sereke rizgarkirina herêmên dagirkirî ye’
Xelîl diyar kir ku dê herêmên ku HSD’ê rizgar kirine di bin kontrola HSD’ê de bimînin û wiha derbirî: “Me tenê li ser xeta sînor li hev kiriye. Em tu carî dagirkeriya tirk naxwazin. Em ê sûdê ji vê tifaqê bigirin da ku tu herêmên hatine dagirkirin nehêlin. Derdê me yê sereke, rizgarkirina Efrîn, Bab, Cerablus û herêmên din in. Mijarên pergala rêveberiyên herêmê, bilindkirina alê û hwd. mijarên ku divê piştre bên nîqaşkirin in. Tifaqa ku niha pêşketiye tenê ji bo xeta sînor e û divê tu kes ji xwe re xeyalan çêneke. Rêveberiya Xweser çibe dê wisa bidome. Hevdîtinên di pêş de dê her du alî daxwazên xwe bînin ziman. Ev herêm di hêla av, petrol û çandiniyê de herêma herî dewlemend e. Rejîma naxwaze ji dest biçe.”
‘Em ê rê nedin Erdogan’
Xelîl da zanîn ku dibe navbera Amerîka û Rûsyayê xerabtir bibe lê ev pirsgirêka wan e. Xelîl got ku heta ku yek ji wan tenê jî sax be dê nehêlin Erdogan bê û wiha bi dawî kir: “Erdogan bihata dê xetereya DAIŞ’ê zêdetir bûya. Lê niha di zindanan de ne û welatên Ewropayê yên ku dixwazin van çeteyan dadgeh bikin dikarin bi me re têkiliyê deynin. Bi êrîşa Erdogan re şaneyên DAIŞ’ê ketin nava tevgerê. Lê bi vê gavê gelek tişt dê biguherin. Lê bê guman dîsa jî xetereya wê heye. Ji bo gelê xwe jî ez dibêjim ku bingeha serkeftinê, rêxistiniya gelekî ye. Divê gelê me bi rêxistinkirî û hişyar be.”