Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Xelîl tedawî qebûl nekir

Ji çalakgerên greva birçîbûnê yên li Berlînê Şiyar Xelîl ku duh rakirin nexweşxaneyê, tedawî qebûl nekir û ji nexweşxaneyê derket. Xelîl diyar kir ku dê çalakiya xwe bidomîne

Çar aktîvîstên kurd ên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li sê bajarên Almanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin, Omer Bagdûr, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mûstafa Tûzak hefteya derbasbûyî biryar dan ku çalakiya xwe li paytextê Almanya Berlînê bidomînin.

Aktîvîstên kurd li hundirê karavanekê ya li parkeke navbera avahiyên meclisa federal û serokwezaretiyê çalakiya xwe didomînin. Ji çalakgeran Şiyar Xelîl rewşa wî ya tenduristiyê duh piştî nîvro giran bû û ji ser hişê xwe çû. Bang li ambûlansê hatibû kirin û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Danê êvarê kontrola rewşa tenduristiyê ya Xelîl hat kirin. Xelîl ji doktoran re got ku ew tedawiyê qebûl nake. Xelîl ji doktorên li nexweşxaneya Charite re qala armanca çalakiya xwe kir û diyar kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe dê çalakiya xwe bidomîne.

Doktoran li ser vê yekê ji Xelîl re gotin ku ji bo çalakgerên greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest nedin wê ji Sefaretxaneya Bilind a Tirk re nameyekê binivîsînin û ji Xelîl xwest ku dest ji çalakiya xwe berde. Lê belê Xelîl ji rayedarên nexweşxaneyê re got ku heta gaveke pratîkî neyê avêtin dê çalakiya xwe bidomîne.

Xelîl danê êvarê ji nexweşxaneyê derket û çû cihê her sê çalakgerên din lê ne. Gelek kurdistanî û dostên wan jî çûn serdana çalakgeran. Xelîl ji kurdistaniyan re axivî û wiha got: “Ji bo Serok Apo çi pêwîst be em amade ne bikin. Hevalên me li çiyê, li zindana li ber xwe didin. Me jî li vir bedena xwe dane ber birçîbûnê û em piştgiriyê didin vê berxwedanê.” BERLÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar