Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Xelkê Başûr zane ku aktîvîst mafdar in

Hin ji aktîvîstên behdînanî yên ji aliyê dadgeriya PDK'ê ve hatine girtin ketin greva birçîbûnê. Vê yekê têkoşîna wan a mafdar kir rojeva sereke ya xelkê Başûr

Bîrcan Ermîş | 

5 rojnameger û aktîvîstên mafên mirovan ên behdînanî ku dadgeriya PDK’ê li her yekî 6 sal cezayê girtîgehê biriye, ketin rojiya mirinê. Çalakiya rojiya mirinê ya aktîvîstan li gel kiryarên antî demokratîk, zext û zordariyê jî li nava raya giştî piştgiriyeke mezin wergirt.

5 rojnameger û aktîvîstên mafên mirovan ên behdînanî, piştî ku Tebaxa 2020’î li herêma Behdînanê hatin binçavkirin, 16’ê sibata 2021’ê ji aliyê 3’emîn Dadgeha Ceza ya Hewlêrê ve bi îdîaya ‘sîxurtî kirine û PKK’î ne’ li her yekî ji wan 6 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Desteya Ceza ya Dadgeha Bilind a Kurdistana Federal ev cezayê nehiqûqî yê li Şerwan Emîn Şerwanî, Gohdar Muhammed, Ayaz Kerîm, Harîwan Îsa û Şivan Saîd hat birîn, li gel nerazîbûna raya giştî jî 20’ê hezîrana 2021’ê pejirand.

Daxwaza azadiya xwe dikin

Tê gotin, li girtîgehên Başûrê Kurdistanê nêzî 100 aktîvîstên civakî yên sivîl girtî ne. Di nava van de komek ku weke ‘Rojnamevanên Behdînanî’ li nava raya giştî tê naskirin, parêzerek û wezîfedarên hîndekariyê bi giştî komek ji 21 kesî dest bi rojiya mirinê kirin. Vê yekê bandoreke mezin li raya giştî kir. Van kesan bi rêya parêzerên xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku li qawişên ji 130-150 kesî têne hiştin, nikarin mafên xwe yên hevdîtina bi malbat, parêzer û danûstandina bi derve re bi kar bînin, li gel vê yekê jî sedema wan a destpêkirina rojiya mirinê daxwaza sererastkirina şert û mercên girtîgehê nîne, ew dixwazin tavilê bêne berdan. Sûcdariyên ku li wan tê kirin jî bi temamî ‘bêbingeh û nerast’ dibînin û red dikin.

Dê li ber xwe bidin

Di nava îdîayên ku ev ciwan pê têne sûcdarkirin de îdîaya ‘têkildarî rêxistinên ewlekariyê û girtîgehan ji bo PKK’ê agahiyan kom dikin, koordînasyonê dikin’ hene. Aktîvîst van îdîayan red dikin û ji bo şermezarkirina cezayê 6 salan ê li wan hatiye birîn, dê berxwedana xwe dewam bikin. Biryara cezakirinê hem li nava civaka navneteweyî hem jî ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên muxalîf ên li herêmê ve bi nerazîbûnê hat pêşwazîkirin.

Guhertina vê biryarê di asta heyî de bi rêya dadgehê pêkan nîne. Ji ber vê yekê jî daxwaz û bendewariya xelkê Behdînanê ew e ku ev biryara siyasî ya bi rêya hiqûqê hatiye dayîn, tavilê bê betalkirin.

Pêwîstî bi têkoşîneke hîn bi biryar heye

Di nava atmosfera siyasî de ku tirs û fikar lê hene, refleksa civakî ya afiriye têrker nebe jî bi wate û hêja ye. Divê neyê jibîrkirin ku pirsgirêka azadiyê ne tenê pirsgirêka xelk û çalakgerên Behdînanê ye. Ji bo vê jî pêwîstî bi piştgiriya civakî ya sivîl a rêxistinbûyî û têkoşîneke gel a hîn bi biryar heye.

Polîtîkayên zordar ên li başûrê Kurdistanê encameke feraseta siyaseta serdest e. Dîtina gel weke xeteriyeke potansiyel xisareke mezin dide cîhana manewî ya xelkê.

Hêrsa di roja rûniştina dozê de

Rewşa ku li dadgeha 6’ê îlonê ya koma duyemîn a Behdînanê de derkete holê, mîna teqîna hêrsê bû. Hêrsa gel û aktîvîstên civakî yên sivîl ên ji bo piştevaniya çalakgeran hatibûn mîna ku erd û ezmên bihejîne bû.

Malbata Şerwan Emîn Şerwanî got, “Mala me ji aliyê kadroyên PDK’ê ve bi salan weke baregehekê dihate bikaranîn. Heta Şerwan, mêrên malbata me bi salan pêşmergetî ji PDK’ê re kir. Bersiva vê ked û fedakariyê gelo dê ev bûya.” Li hemberî bêhiqûqiya heyî nerazîbûna xwe nîşan dida.

Nayê zanîn ku ev qîrîn ji aliyê rayedaran ve hatiye bihîstin yan na lê belê tiştekî li pêş çavan heye; ji sala 2020’î û vir ve bi taybetî li ser rojnameger û aktîvîstên behdînanî zext zêde bûye. Xelkê li vê derê ji ber şert û mercên giran ên jiyanê di nava zexteke giran de ne. Mînak saleke xebatkar nikarin mûçeyên xwe werbigirin. Ev jî dibe sedem ku xelkê herêmê yê xizan bêhtir xizan bibe.

Îdiaya ‘PKK’î ne’ stratejiyeke tepisandinê ye

Her kesên ku meş û xwepêşandanan dikin û balê dikişînin ser zextên siyasî û aborî yên li herêmê weke ‘PKK’î’ têne girtin. Ev yek stratejiyeke. Her kesên li Tirkiyeyê jî ji bo demokrasiyê têdikoşe weke ‘PKK’î’ têne girtin. Ev yek stratejiya ji bo tepisandina muxalîfan e. Rêveberiya herêmê li şûna polîtîkayên bi vî rengî stratejî û siyasetek ji bo qanihkirina civakê bimeşîne wê bêhtir encamê werbigire. Sala dawî bi sedan kes li herêmê ji ber zext û tundiyê bêhêvî man û neçar man ku ji welêt birevin.

Manîpulasyona medyaya PDK’ê

Li herêmê rewş bi vî rengî ye lê ji aliyê exlaqî ve cihê xemgîniyê ye ku hin saziyên medyayê drama van mirovan a ku nikare mûçeyên xwe werbigirin û têkoşîna wan a demokratîk terorîze dike. Manîpulekirina têkoşîna civakê ya li dijî xizaniyê, sûcdarkirina mirovên ji bo vê têdikoşin weke alîgirê Tevgera Azadiyê ya Kurd û darizandina wan, sosret e. Li gorî van kes û derdoran her kesên ji bo maf û azadiyê têdikoşin parêzvanên Tevgera Azadiyê ne.

Raya giştî piştgiriyeke xurt dide

Dawiya dawî, agahiya li ser destpêkirina rojiya mirinê ya hin ji aktîvîstên behdînanî yên li Navenda Asayîşa Giştî ya Hewlêrê ya 76’an têne ragirtin, têkoşîna wan a mafdar bûye rojeva sereke ya xelkê Başûr.

Çalakiya rojiya mirinê ya aktîvîstan li gel kiryarên antî demokratîk, zext û zordariyê jî li nava raya giştî piştgiriyeke mezin wergirt. Bi taybetî partiyên Goran û Newaya Nû yên li Parlamentoya Kurdistanê ya Federal piştgiriyeke girîng dide çalakgeran. Bendewariya herî mezin jî ew e ku saziyên çapemeniyê xwe bidin aliyê têkoşîna gel a mafdar. Di rewşeke wiha de, fikir û çalakiyên xwe çi dibe bila bibe belgekirina binpêkirina mafan a van çalakgeran dikare wan azad bike. Çavkanî: ANF / HEWLÊR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar